04 mars 2021

Xwe bi ber teqala merivên dînik nexin

Hin camêr hene biaqil xuya dikin, lê di eslê xwe da dîn in. Heger tam ne dîn bin jî nîvdînik in, aqilê wan rib tuxt jî tuneye...

Merivê dîn tu jê ra çi bibêje jî deng naçê, kerr e, guhdarî nake, ew tim ya xwe dibêje. Ew tim rast û bi heq e. Ji her kesî biaqiltir e, bi wî çavî li xwe dinêre.

Ji ber wê jî tu nikanî rastiyê bi yekî dîn bidî qebûlkirin. Wek pîlaqa xerabe ewê tim ya xwe dubare bike.

Ya baş dibê meriv bi kesê dînik ra nekve minaqaşê, îqnakirina merivê dînik ne mimkûn e, tahbeke beyhûdeye.

Gava ez dibînim yek dînik e, aqilsivik e, gotin nakeve serî, tim dibêje darê min, ez xwe jê dûr dixim, çi bibêje jî bersîvê nadimê...

 

XXX

Do danê esir, saet li dora 15.00, xortekî afgan, 22 salî, li bajarê Vetlanda 7 kesên ham û tam dan ber kêra.

Her heft jî peya ne. Li gorî agahiya pûlis hîn kes nemirîye, lê 3-4 kes giran birîndar in.

Mêrik bi vê terora xwe tam heqê swêdiyan daye. Di nav 5-6 salên dawî da bi sedhezaran afgan hatin li Swêd bi cî bûn. Piraniya wan xort.

Nuha jî dibê bêbav swêdiyan kêr bike, dest bi terorê bike.

Swêd berê cinet bû, cineta zarokan, jinan, kal û pîran bû. Lê nuha bûye cineta terorîstên îslamî, ya dizan û çeteyên dinyayê.

 

XXX

Li Tetwanê helîkoptereke artêşa tirk ketiye. Li gorî medyaya tirkî dinivîse 9 leşker mirine, 4 jî birîndar in.

Ji mirîyan yek jî korgeneral Osman Erbaş e.

Wezareta Parastinê di beyana xwe da gotiye, ketina helîkopterê qeza ye, ji ber geleşeke teknîkê ketiye.

Çi bibêjim, piştî ku ew dibêjin qeza ye, qey qeza ye !

Qey şîrketê helîkopter saxlem çênekiriye...

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE