04 mars 2021

Uncûrê tahl

Mêrik û lawê xwe ji bajêr vedigeriyan, diçûn gund. Pitî çend seet meþ westiyan, çûn di bin siya darekê dea xwe bera erdê dan. Mêrik ji tûrê xwe uncûrek derxist, dirêjî lawê xwe kir, got:

-A ji te ra bixwe .

Lîwik qertek li vî serê uncûr xist, qertek li wî serê uncûr xist, bala xwe dayê uncûr zelindar e, nayê xwarin. Ji bavê xwe ra got:

-Bavo, ma em mecbûr in vî uncûrê tahlîşkî buxun? Bavê pel pel li lawê xwe mêze kir, got:

-Buxwe! Me perê xwe tê daye.

 

Kirîbê conge

Rojekê Tosunê tirk dibe mîvanê kirîbê xwe yê kurd. Mazûban diçe aliyê malê ji xanima xwe ra dibêje xatûn, waye kirîbê me yê Tosun li odê rûniştiye, here xêrhatinekê bidê. Jinik heta dihere aliyê odê, navê kirîbê xwe ji bîr dike, dibêje:

-Kirîbê Ga, tu bi xêr û xweşî hatiye, bi hatina xwe te em kêfxweş kirin.

Yê tirk dibêje:

-Kirîbê, navê min ne Ga ye.

Jinik dibêje:

-Wî, li qusûra min nenêre, qey Parone bû.

Yê tirk dîsa dibêje:

-Xweha min, navê min ne Conge ye jî

Jinik dibêje:

-Kirîb, de wele navê te hey ji van heywanan yek bû, lê bi serê te nayê bîra min.

Tosun, bi kurmancî cange, conge, parone.

 

 Nayê bîra min

Roja îniyê mele derketibû ser mîmberê dikira xutba îniyê bida. Carê du caran kuxuya, tim got:

-Min dikira tiştek bigota lê nayê bîra min.

Mele çend carên di din jî ev gotin dubare kir, got:

-Wele min dikira tiştek bigota, lê nuha nayê bîra min...

Ji nav cimatê yekî got:

-Mele, em bibêjin tiştek nayê bîra te tu bibêjî, ma daketina ji ser wê kursiyê jî nayê bîra te ?

 


 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE