05 mars 2021

Hedefa tirkan ji dagirkirina Şingalê gelkî mezintir e !

Serokê Tevgera Esayîb Ehlî Heq Qeys Xezelî gotiye ”serokê Tirkiyê Erdogan dixwaze êrîşî Şingalê bike.”
Her kes viya zane, çimkî tirk vê haziriya xwe venaşêrin. Tirk ji zû da ye haziriya dagirkirina Şingalê dikin.
Tirkan ji çara yekê Kurdistana Îraqê û Sûriyê û çend bajarên Sûriyê dagir kirine.
Heger ereb ev ereb bin, ewê Helebê, Mûsilê û Kerkûkê jî li erdên dagir kirine zêde bikin.

Bi gotineke din, ewê ”Mîsaqî Millî” ya xwe ji nuh ve deynin, bikin realîte.

Kerîyê bêkûçi, bêşivan gur vêdikve, tevayîya kerî di erdê ra dike. Çimkî kûçikê jê bitirse tuneye.

Kuştin di fitrata gur da heye, dibê pez, heywîn bikuje, perçe bike, bixwe. Gur heywanekî goştxur e, naçêre, dibê goşt bixwe. Ji bo ku goşt bixwe, dibê bikuje.

Tirk gur in, wan jî di tarîxê da tim wek gur hereket kirine, bi dehan milet, kultur, ziman qirkirine, ji ortê rakirine.

Heger kurd û ereb nikanibin welatên xwe biparêzin tirk ewê ne Şingalê tenê, ewê hetanî Silêmanîyê jî herin.

Çavê gur çawa ji kuştinê bar nabe, ji xwînê tu carî têr nabe, tirk jî ji qirkirina milatan, ji wendakirina kulturan û zimanan tu carî têr nabin.

Tirk 30-40 mîlyon kurdî bi temamî bikujin, kurdekî li dinyayê nehêlin, dîsa jî dilê wan bi kurdan naşewite, nabêjin guneh in, bira çend kurd li dinyayê bimînin.

Li dereke dinyayê, li fîzanê kurdek mabe, ewê bixwazin wî kurdî jî bikujin.

Ne ku îslamîst û faşîstên tirk tenê xwediyê vê îdeolojiya barbar in, herî kêm ji sedî 95ê tirkan xwediyê vê îdeolojiya hov in, dixwazin kurd li tu derê, tu carî azad nebin, nebin xwedî dewlet, li fezayê jî Kurdistan çênebe.

Û ji bo ku Kurdistan li fezayê jî çê nebe, dibê kurd giş werin qirkirin, dibê Kurdistanê bi tevayî dagir bikin. Ev fikir, ev daxwaz bi piraniya tirkan ra heye. Yanî dagirkirina Şingalê hey di rojeva tirkan da heye, lê belê Şingal tenê têrê nake.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE