25 mars 2021

Dibê meriv guh nede virên medyaya Tirkiyê

Hukûmeta îslamî-faşîstên tirk li ser kurdan çi bibêje jê bawer nekin, giş vir û bêbextî ne.

Neyartiya kurdan tirkên îslamî, faîşîst, kemalîst, nasyonalîst giş kirine kûreya derewan, ji bo ku kurdan zeîf bixin, reş bikin her derewê, her bêbextiyê ji xwe ra mubah dibînin.

Hedefa gişan îmhakirina me ye, dibê em li tu beşekî Kurdistanê azad nebin, tim û tim bindest bin û hêdî, hêdî bihelin, li dinyayê kurd nemînin.

Medyaya tirkî, tarîxa wan, ilmê ew fêrî zarokan, xortan dikin yanî her tiştê li ser kurd û Kurdistanê dibêjin vir e, bêbingeh e, dibê kurd tu carî baweriyê wan neyne, wan ji xwe ra nekin referens.

Arkeologên tirk jî kûreya derewan in, ew jî tarîxa kurdan bincil dikin, tiştên li ser kolanên Girê Miraza û kolanên li Wanê dibêjin giş dezînformasyon in.

 

XXX

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken pesnê pêşmerge û HSDê daye, mala camêr ava be, ji bo ku bi xerabî qala kurdan nekiriye helbet em kêfxweş dibin.
Lê bira di warê siyasî da jî hinekî alîkariya me bike, li dijî dagirkeriya Tirkiyê derkeve, nehêle Tirkiye bi sedhezaran malbatên çeteyên Daîşê li welatê me, di malên me da bi cî bikin.

XXX

Zîreweya serokên Yekîtiya Ewrûpayê îro bi vîdeo konferansê dest pê kir. Mijarên rojeva wan tedbîrên li hemberî Covîd-19, şêla li hemberî Rûsyayê û Tirkiyê ye. Li gorî medya dinivîse mijara herî mezin û zor ewê li hemberî Tirkiyê siyaseteke çawa bimeşînin?
Tiştê ez texmîn dikim ewê dîsa xwe bavêjin dexlê Erdogan, pê ra li hev bikin û meblaxê xûgiya didin wî hinekî din zêde bikin.

Ev serokên Yekîtiya Ewrûpayê merivên pir tirsonekin, Erdogan ev yek baş fêm kiriye, lema jî tim azarê dide wan, heqaretê li wan dike û xûgiyê ji wan digre.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE