24 mars 2021

Dua pere nake

Sofî çûbû himamê, pitî ku xwe têr şuşt û veşuşt, dor hatibû peredayinê. Destê xwe avêt bêrîka xwe, kîsê peran tuneye.

Himamcî jî merivekî zalim bû, got ya tu yê heqê himamê bidî ya jî ezê kincên te ji te bikim û te şût tazî berdim der.

Sofî çuqas rica kir, li ber geriya, pere nekir, mêrik her got darê min û ne tiştekî din.


Li ser vê, Sofî destên xwe berbî Xwedê vegirt, got:

- Ya Rebî! ya du mecdiyan bide min, ez heqê vî zebanî bidim, jê xelas bibim, ya jî vê himamê hulşîne ji bo ku em herdu serî jî ji hev xelas bibin!

Tam di wê bîstikê da zelzeleyek çê bû, heyhewar! Çavan çav nedidît, her kesî bi alîkî da baz da.

Sofî jî reviya, çû xwe avêt mizgefetekê. Bala xwe dayê yek bi tena serê xwe rûniştiye dua dike, dibêje:

- Ya Rebî, Tu du hezar zêrî bide min!

Sofî hêdîka devê xwe kir kerrika guhê mêrik û jê ra got:

- Lawo, qet li ber megere, bêfêdeye, ji bo ku du mecdiyan nede min himam bi ser serê min da hulşand, ma îcar ewê rabe du hezar zêrî bide te ? Rabe ruhê xwe xelas bike hîn ku mizgeft  bi ser serê te da nehedimandiye!

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE