24 mars 2021

Her însanê bi xîret welatê xwe diparêze


Mahkimeyeke Tirkiyê ya tiroviro cezayê muebetê daye şepala kurd Çîçek Kobanî.

Çima ev babarî?

Çîçek Kobanî çi bi Tirkiyê û tirkan kiriye?

Ji ber ku welatê xwe, bajarê xwe, mala xwe parastiye vê zulmê lê dikin.

Heywan jî hêlîna diparêzin.
Lê li gorî tirkên zalim gerek kurd welatê xwe neparêzin, bi kulîlkan pêşwaziyê li dagikeriya wan bikin.

Çîçek Kobanîyê welatê xwe, bajarê xwe, mala xwe parastiye, tu sûc, tu tiştekî xerab nekiriye.
Wek şepalekê li hemberî dagirkeran rabûye, axa xwe parastiye.
Her însanê bi xîret viya dike. Yek were mala meriv ji meriv bistîne, meriv mala xwe diparêze. Çîçek Kobanî jî ew kiriye.

Gelê Çîçek Kobanî pê serbilind e. Ev caza ji bo tirkan, ji bo edaleta wan rûreşiyeke mezin e.

 

XXX

Zilamên Erdogan mirinê nîşanî Yekîtiya Ewrûpayê didin, ji bo ku bi tayê razî bikin.

Zilamekî Erdogan yê bi navê Can Baydarol gotiye, ”Yekîtiya Ewrûpayê ewê najo ser Tirkiyê, ewê Tirkiyê neqeherîne. Heger here ser Tirkiyê, Tirkiye ewê bide ser hin riyên din.” Mêrik pînc e, bi zimanekî kibar YE tehdîd dike, dibêje heger hûn zêde werin ser me, heger hûn çend milyarên din xûgiyê nedin me, emê jî çend milyon ereb, afgan, pakîstanî, bengal û afrîkî rêkin ser we.

Erdogan ev çend salin bi vê gefê bi milyaran euro ji YE xûgiyê digre. Ewê carek din jî bigre, Yekîtiya Ewrûpayê ewê çend mîlyar euroyê din jî bidin Tirkiyê.

Li dinyayê tu kes wek perpirsiyarên Yekîtiya Ewrûpayê ne ehmeq û tirsonek in. 27 dewlet ji tirsa tirkan biziyane, ji tirsan bi xwe da dimîzin. 27 dewlet xûgiyê didin tirkan. Berê 28 bû, Îngiltere çû, man 27.

 

XXX

Hinek dibêjin efendim Erdogan ketiye bin tesîra Bahçelî. Na, tiştekî wiha tuneye. Erdogan ji berê da ev meriv bû. Heta cî da nigê xwe fêlbazî û durûtî kir.

Bi baweriya min di nav serokên tirkan da yê herî baş dîsa Erdogan e, ji bo kurdan tu serokekî tirk ji wî ne baştir bûye.

Lê wek tê dîtin ew jî gurekî har e.

Di nav serokwezîrên tirkan da yê herî demokrat Ecevît bû. Ma ji bo me kurdan Ecevît ji Erdogan baştir bû?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE