23 mars 2021

Tavê îro em îhya kirin

 


Wey mala Xwedê ava be, me îro rojeke bi tîn dît. Îro Stockholm 12 derece germ bû, piştî gerra xwe, me qahwa xwe çê kir û min û xanimê li hewşê xwe da berberojk.
Ji zû da ve ye em li bende rojeke wiha bûn. Lê kêfxweşiya me tenê îro ye, sibe dinya dîsa ewê sar be.

Tava buharê gelkî xweş e, meriv di xew ra dike..

Yildiz Çakar: Mamoste min digo belkî tu ji qerejdaxê yî û ji êşîra bavê min î. Yano çûvî zû bi zû dev ji qerejdaxê bernadin:)

Zinarê Xamo: Yildiz xanim, min eksê wê negotiye, hinekan xwestin bi fen min bikin qoserî, lê ez nexapiyam, min red kir. Helbet ez qerejdaxî û çûvî me, lê tu carî terke Wêranşara xwe jî nakim, tu zanî ew "wêran" bajarê zaroktiya min e...

Yildiz Çakar: Belê belê mamoste, zanim jixwe tu terka weranşehrê nakî:) weranşehr jixwe bi axa qerejdaxê ve ye, tu biçî ku qerejdax jî dê bi te re bê..

Tewhîda Kurdan: Em li stenbolê hîna dicemidin

Zinarê Xamo: Xwedê alîkarê we be. Sibe, dusibe ewê germ bibe. Lê heger ne ji kurdan bûya minê dua bikira, bigota înşela li Stenbolê tim pûk, berf û tozan be...

 

Tewhîda Kurdan: Xalê Xamo hema dua bike bila wer be belkî Kurd ê me vegerin welatê xwe Kurdistanê

Noşî can bi Îro vedere hema baran barî roje xwe xef kirî bû

Nojustiic: Mamoste tû çiqa şêrinî:)))))

Zinarê Xamo: Bawer bike ez jî ji xanimê ra eynî tiştî dibêjim, lê nakeve serê wê, dikene, dibêje tew, ket serê min jî...

Nojustiic:Na mamoste ez bawerim ew jî wusa dikifire lê nabêje:)))

Armanc: Xwedê we neke berdestan û jiyanek xweş bide we û mirinek baş bida we. Tu her hebî Mamoste Zinarê

 

3 kommentarer:

  1. Ez dibêjim superstarên Holîwudê ku vî fotografê te bibînin wê bibêjin ê me ne ti kar û karîzma ye. Çi ye sira vê çakî û çelengîya te Xalê Zinar? Gerek tu nivîsekê li ser vê jî binivîsî. Ez çi li xwe dikim li min nê, tim î perîşan î pejmurde me. Heyfa xortanîya min.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Soz be, ezê nivîsekê li ser vê mijarê binivîsim û sir û hikmeta xortmayina xwe îfşa bikim. Lê ne nuha, nuha pir meşxûl im, hoste di hundur da dixebitin. Çaxa serê min vehesiya, li ser sirê xortmayinê ezê çend gotinan bibêjim.

      Radera
    2. Di vê teqereqê da te kêfa min anî, mala te ava be.

      Radera

PARVE BIKE