Cara pêşî bû mêrik lawê xwe yê dergîstî bi xwe ra dibir mala xwezûrê wî. Lema jî dibê hin şîret û temî li lawê xwe bikira, ji bo ku li ba xezûrê xwe, bavê xwe şermezar nekira. Dest bi şîretên xwe kir, ji lawê xwe ra got:
-Lawê min, baş guh bide bavê xwe, ev cara pêşî ye tu diherî mala xezûrê xwe, dibê tu pirr baqil bî, sergiran bî û qet nepeyive. Bira nebêjin zavê me yekî devbelaş e.
Lêxistin çûn, gihîştin mala xezûr. Çaya wan tê ber. Lîwik bala xwe dayê çaya wî bê kevçî ye.
Lê ji bo ku bavê jê ra gotibû dibê tu nepeyive, lema jî nikanîbû kevçî bixwesta; bi hawakî xwest ji bavê xwe ra bibêje:
-Bavo kevçiyê min tuneye.
Bav pê da xeyidî, hêdîka jê ra got:
-Ma min ji te ra gotibû çi !?
Lîwik xwest bi bavê xwe bide fêmkirin ku kevçiyê wî tuneye,
nikane çaya xwe li hev xe, dibê jê ra kevçî bixwaze.
Lê bavê tim ew qurincad, bi îşaretan jê ra got nepeyive.
Dawiya dawî, lêwik êdî xwe ranegirt, ji bavê xwe ra bi hêrs got:
-Bavo, ê ma qey ezê çaya xwe bi xirrê te li hev xim !
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar