Abdulhemîdê II. Her kes nas dike, lê belê Abdulhemîdê I. kêm kes nas dike. Di vê nivîsa xwe da ezê çend nameyên Sultan Abdulhemîdê I. pêşkêşî we bikim.
Evînê padîşahê osmanî Abulhemîdê I. kriye koleyê carîyeyekê, Rûhşah xanimê.
Di harema Abdulhemîdê I. da jî wek padîşahên osmanî yên din gelek cariye hebûn. Lê ew herî bêtir bi ser Rûhşah xanimê da miribû û wê jî zalimê rû nedayê Sultanê reben
Rûhşahê nehîştiye nigê Sultanê Osmanî bi nav nivînên wê bibe û bi sîng û berê
wê yê gewr û boz şa bibe.
Li hemberî vê bê însafiya Rûhşahê, wî jî jê ra nameyên dilşewat nivîsandiye, ji bo ku lê were merhemetê û şevekê bibe mîvanê himêza wê.
Di nameyên xwe da li ber Rûhşah xanêmê digere, xwe dike koleyê wê, nigê wê maçî dike, dibêje ez ji te şefqetê dipêm, lê tu nayê zîyareta min. Heger tu li hemberî min hewqasî bêmerhemet be, ma gunehê kê ewê bi min were?
Gelo Rûhşah xanimê ev rica Abdulhemîdê I. qebûl kiriye ya
nekiriye ez nizanim, ji ber ku bersîva
wê neket destê min, ez rastî nameyên wî tenê hatim.
Ka em bala xwe bidin nameyên ji Rûşahê ra nivîsîne:
”Rûşaha min! Abdulhemîdê te bi qurbana te be! Xwedê wê ji
bona vê qusûra min nexeyide. Efendim, ez
qûlê (kolê) te me, tu dixwazî min bihingêve, dixwazî min bikuje, ez teslîmî te
me...
Ez bi dora te bim, ji bo Xwedê îşev were.
Eger tu neyê, tu yê min nexweş bixinî û belkî jî tu yê bibî sebeba mirina min.
Ez rûyê xwe di binê nigê te didim û rica dikim. Bi Quran ez nikanim xwe zeft
bikim...”
”Bira Amdulhamîd bi qurbana te be
Efendim, ez koleyekî bûme êsîrê te. Tu dixwazî li min xe, tu dixwazî min
bikuje. Ez dixwazim îşev werim. Eksê wê wele ezê nexweş bikevim, ya jî tu yê bibî
sebebê mirina min. Ez ruyê xwe, çavên xwe di binê nigê te didim û rica dikim.
Ji bo Xwedê, ez nikanim xwe zeft bikim.”
Ji nameya 2a
”Mirin hîn bi xêrtir e.
Fesubhanelah, ez li hêviya şefqeta te me, tu nayê zîyareta min. Ahd be ji Xwedê
ra, ancax tu dawiyê li êşên min bînî, ancax tu kanî agirê min vemirînî.
Heger tu merhametê bi min nekî, ma kî yê bike?
Weleh her şev ez bêxew im. Heta sibê li ser danê niga me. Di vê perîşaniyê da
li bende te me, gava tu neyê Xwedê jî qebûl nake. Dijminên min jî min di vî
halî da bibînin ewê dilê wan bi vî halê min bişewite. Heger tu yê wiha bikî,
weleh mirin ji bo min bi xêrtir e.”
Ji nameya 4a
”Bi qusûrekê min ji bîr meke
Abulhemîd, bi qurmana Ruhşaha xwe be. Bi qusûrekê min ji bîr meke. Gava laşê
min bû turab(ax), heger ez dev ji te berdim bira Xwedê bela min bide, efendim.
Ez ruyê xwe di nigê te didim û ji te rica dikim. Efendim, ez xulamekî girêdayî
te me. Tu dixwazî li min xî, dixwazî min bikuje. Dixwazim îşev werim. Eksê, ezê
nexweş bikevim, belkî jî tu yê bibî sebeba mirina min. Ez ruyê xwe, cavê xwe di
binê nigê te didim, ji te rica dikim. Ji bo Xwedê, ez nikanim bi xwe!
Abdulhamîd, bira bi qûl û qurbanî Ruhşaha xwe be. Ji ber
qusûrekê min ji bîr meke. ”
(Arşîwa Qesra Topkapiyê/Topkapı Sarayı Arşivi, No: E 10193).
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar