22 mars 2021

Rojnamevan gerek nebin sebebê girtina xortan

Di Newroza Diyarbekrê da hin kesan, hin kanalên telewîzyonan mîkrofon dane ber devên xortan, xwestine ew hestên xwe, fikrên xwe bibêjin.
Xortan jî çend gotin û şîarên kurdperwerane gotine, hinekan kerba dilên xwe kirine der.
Û ev dîmen û gotinên xortan di telewîzyon û di medyaya sosyal da belav kirin.
Ev yek bûye sebebê pûlisên tirk 100 xortî bigrin. Jê 35 kes berdane, lê 65 hîn girtî ne.

Nuha ji bo sloganekê ewê îşkenceyên nemayî li wan bikin û her yekî çend sal ceza bidê. Ez pir li ber ketim.

Meriv wiha nake, wan gotinên wan belav nake, nabe sebebê girtina 100 ciwanên kurd.

Xort di bin zext û zulmeke giran da ne, lema jî ji dewletê heta ber dev tije bûne. Kesên wiha helbet nikanin xwe kontrol bikin. Lê rojnamevan û kesên xwedî tecrûbe dibê nebûna sebebê girtina hewqas xortên me. Bi girtina hewqas xort ez pir xemgîn bûm.

 

XXX

Dahîra Îstatîstîkê ya Tirkiyê reqemên bêkariyê eşkere kiriye, gotiye di sala 2020a da rêjeya bêkariyê li gorî salek berê 0,5 kêm bû, daket 13, 2a.

Wey agir bi derewên we keve, law herî kêm nîvê Tirkiyê bêkar e, milet ji nêza dimre.

Kê bîra xwe û vê derewê, îcar bêkarî kêm bûye?

 XXX

Do qîmeta Lîreyê Tirkiyê ser serî çû, dolarekî Amerîkî ji 7.22a bû 8.40. Xwedê zane dalarek îro ewê bibe çiqas.

Lê tiştên wiha biçûk ji Reîs ra ne problem e, ewê çareyekê bibîne. Reîs îro kane bi qerarnameykê bilindbûna dolarê Amerîkî qedexe(yasax)bike.

Ji tirkan ra ev hindik e, dibê xerabtir bibe. Lê em jî di agirê wan da dişewitin.

Tirk misteheqê Tofana Nûh in.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE