26 mars 2021

Hevaltîya bi dijmin ra ne şeref e !

 Kongreya AKPê qediya. Erdogan ji kurdan hin zilamên nuh li yên xwe yên kevn zêde kirine.

Orhan Mîroglu ji ber ku zilamekî dewletê yê sadiq e, Erdogan ew neqewitandiye, dîsa wezîfeyeke xulamtiyê dayê. Nexwestiye rişma wî ji destê dewletê berde.

Mahmût Ovurê kurperwerê berê, bi kêfxweşî û zimanşîrîniyeke mezin qala kurdên ketina îdareya AKPê kirine. Fena ku bi zilamtiya dijmin ra tiştekî pir baş kiribin.


Mêrikan eşkere bûne hevalên neyarên kurdan, bûne şûrkêşên hêzeke dagirker û serokekî antî-kurd.
Lê belê Mahmût Ovurê berê kurdperwer bû, fena ku Mîroglu û yên din bûbin birêverên partiyeke Kurdistanî qala wan dike, dilê xwe dibijîne wan, wek bibêje xwezî bi wan kesan ku Erdogan ev qedir daye wan, ew kirine zilamên xwe.

Cahşên tu miletî bi qasî yên me ne bêrû û bêar in, ji hevkariya bi dagirkerê welatê xwe ra şerm nakin, ji bo ku neyar ew wek xulamên xwe qebûl kirine îftîxar dikin.

Civata me jî viya normal dibîne, wek rûreşiyekê nabîne, wek sûcekî nabîne.
Ji bo kesê li ber xwe keve, ji xwe fedî bike hevaltiya Erdogan, berpirsiyariya AKPê ne şerf e, rûreşîye, zilamtiya dewleta tirk e.

 

XXX

Wek min do jî nivîsî, piştî konferansa bi riya vîdeo, Angela Merkel xanimê gotiye dibê ew bi Tirkiyê ra di her warî da têkiliyên xwe bi pêş xin. Pesnê peymana berê daye, gotiye hewcedarî bi peymaneke nuh heye.

Xwedêgiravî bi peymana berê ya bi Tirkiyê ra koça berbî Ewrûpayê kêm bûye û ev jî bi xêra tedbîrên Tirkiyê bûye.

Wey xwelî serê we û vî aqilê we be !

Heta siyasetmedarên wek Merkel xanimê Yekîtiya Ewrûpayê îdare bikin, kes nikane pişta Erdogan bide erdê, destê ewrûpiyan ewê tu carî ji bêrîka Erdogan dernekeve, her sal ewê 2-3 milyar euro xûgiyê bidin Erdogan û ewê jî bi vî pereyî çeteyên xwe yên îsalmî xwedî bike û bi wan şerê kurdan bike.

Yanî meriv kane bibêje Yekîtiya Ewrûpayê şerê Erdogan li Sûriyê fînanse dike, ew meaşê çeteyên îslamî dide. Ne fînansmana Yekîtiya Ewrûpayê be Erdogan nikane hewqas çete xwedî bike, nikane vî şerê bide domandin.

 

XXX

Serok û berpirsiyarên dewlet û hukûmeta Tirkiyê pir bêûjdan in. Gava însan bêûjdan be pir zalim û bêmerhamet dibe, her babet xerabî û nerindî û zalimî jê tê.

Merivê bêûjdan pir bêbext û vireke jî, ji bo berjewendiya xwe kane her derewê, her bêbextiyê bike.

Irqçîtî, faşîstî însên(meriv) bêûjdan dike. Ji ber ku bi serok û berpirsiyarên tirk ra ûjdan nemaye, serapê bûne irqçî, faşîst û neyarên kurdan. Tiştên li bakur û rojavayê Kurdistanê tînin serê kurdan meriv lal dike, lê ew kêf û zewqê ji van terora xwe digrin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE