26 mars 2021

Marîfeta şîr

Zavayê nuh piştî daweta xwe bi çendakî nexweş ket. Bavê jê ra got lawê min şîr vexwe, şîr pirr baş e. Şîr derman e.

Lê lîwik tim got ez ji şîr hez nakim, venexwar.

Bavê got:

-Lawê min, ez ji te ra dibêjim vexwe, şîr him derman e, him jî mêrikê meriv şiyar radike.

Li ser vê gotina mêrik, diya lîwik vegeriya ser mêrê xwe, jê ra got:

-Tu dev ji lîwik berde, ji wî bêtir hewcedariya te bi şîr heye, haya te ji te tuneye !

 

Serîyê vala

Xwendekarê tibê ji profesorê xwe ra got:

-Mamoste, gava ez xwe serberjêr bikim, xwîna min giş ewê hicûmî serê min bike, ne were ?

Profesor got:

-Erê, rast e.

Xwendevan domand:

-Baş e, çima gava ez li pê disekinim, li ser niga me xwîn hicûmî nigên min nake ?

Profersor got:

-Ji bo ku nigên te wek serê te ne vala ne lema.

 

Ew ne gur in

Xeber ji keran ra birin, gotin waye keriyek gur ji wê da tê, birevin ruhê xwe xelas bikin.

Keran gotin:

-Em bawer nakin gur li van der û daron hebin.

Bîstek di ser ra derbas bû, heywanên din dîsa çûn ji wan ra gotin:

-Kêmaqil nebin, birevin, wa ye ji hember da tên.

Keran gotin:

-Em bawer nakin yên ji hember da tên gur in, ji xwe durfê guran jî bi wan nakeve

Bîstek derbas bû, gurên devbixîn xwe gihîndin keran. Piştî ku qîlên guran di rahnên wan da çik bûn, keran hîn nuh fêm kirin ew gur in, gotin:

-Wî, me nizanîbû, bi rastî jî vana gur in!

 

Navê vê çi ye ?

Xortê ereb çû ser dikana mêwefiroşê kurd, rahîşt încazekê, ew berbî dikandar va kir û got:

-Xalo, ez dizane navê vê mişmiş, bes navê ew tiştê mezin (bi tiliya xwe xox şiftelî nîşan da) çiye ?

Yê mêwefiroş got:

-Xalo bi dorê bigere, roja ku tu navê ew tiştê destê xwe rast fêr bûyî, were ba xalê xwe, ezê jî navê vî tiştê mezin ji te ra bibêjim.

 

Ji çi ra şikir?

Mêrikê rêwî bala xwe dayê ku waye yek li ser kanîyakê rûniştiye, pariyek nanê hişkî, çekurî di avê de dike û dixwe û tim jî dibêje:

-Ya Rebî şikir, ji rahm û kerema te ra…

Yê rêwî ji pa ra sîlak bi tîn li kortika hustuyê wî xist, got:

-Law ji xwe yên wek te Xwedê xerab e’limandine. Ji gepek nanê tisî yê hişkolekî ra jî tu dibêjî şikir!

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE