27 mars 2021

Dinya ne milkê kesî ye

 

Prof. Qedrî Yildirim

Kes ji vê dinya derewîn zindî dernakeve, her kes li bende roja xwe ye, hinek tên, hinek diherin. Her kes bi viya zane.

Lê belê çaxa hin mirin zû tê, ji nişka ve li deriyê meriv dixe, a ew meriv pir dêşîne, bi meriv pir zor tê, meriv naxwaze qebûl bike.

Lema jî wefata mamoste Qedrî Yildirim ne malbata wî tenê, kurd hemû xemgîn kirin.

Do, bi wefata mamoste Qedrî Yildirim miletê kurd kurdperwerekî zana û alimekî mezin, jêhatî ji dest xwe da.
Mamoste Qedrî Yildirim li ser tarîxa kurd û Kurdistanê gelek xebatên hêja kirin, gelek berhemên nemir ji me ra hîştin.

Heger zû wefat nekira ewê gelek xebatên din jî ji  gelê xwe ra bikira. Mixabin feleka bêbext nehîşt, ew zû ji me stend.

Ewê tim û daîm di dilê miletê xwe da bijî, emê tim bi hurmet, bi hezkirin û bi minêkarî qala wî û xebatên ji me ra hîştine bikin.

Dinya xan e, em karwan in, xan li ciyê xwe ye, karwan tên û diherin.
Serê miletê kurd sax be, gorra wî bihuşt be. Ewê tim di dilê me da bijî.


XXX

Hela hûn bala xwe bidin van derewan, xwedêgiravî pûlisan li Anqerê 22 Daîşî girtine !

Binake û sinaka vê xeberê tuneye, dereweke bi boçik e.

Hukûmet dezînformasyonên wiha ji bo xapandina Yekîtiya Ewrûpayê belav dike, ji bo ku ji Yekîtiya Ewrûpayê çend qurişan zêde biçirpînin. Çimkî van rojan di nabêna Tirkiyê û Yekîtiya Ewrûpayê da bazara ewê çend milyar euro bidin Tirkiyê tê kirin.

Derewên wiha ji bo ku meblaxê xûgiya xwe zêde bikin belav dikin. Dibê kurd ji derewên wiha bawer nekin.

Welatê El Baxdadî û malbata wî di heft qulikan da veşêre, çima ewê çeteyên El Baxdadî bigre?

Dibê meriv ji her derewa derewînan bawer neke…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE