28 mars 2021

Nivîskarê kurd gerek bi tirkî xwe bi kurdan nede naskirin

Hin kes hene bi kurdî dinivîsin, lê bi rastî ne dildarê kurdî ne, bi zimanê kurdî ra ne samîmî ne, çavên wan tim li tirkî ye, dilên wan bi tirkî ra ye.

Gava keysê dibînin, gava maneyek çê dibe bi dil û can xwe davêjin ser tirkî. Yanî tu carî qîma xwe bi kurdî naynin, dibê carnan tim tirkî jî di bera kin, ya na sebra wan nayê.

Heger ne wisa bûya di her fersendê da ewê dest navêtana tirkî, ewê xwe bi tirkî nedana naskirin.


Hezkirina wan a zimanê tirkî psîkolojîk e, dixwazin tirk wan bibînin, dengê wan here tirkan, tirk qala wan bikin.

Gava nivîskarekî tirk, rojnameyek tirk qala wan dike ji kêfa difirin, gelkî dilşa û bextewar dibin.

Sebebê bi kurdî nivîsîna wan bazar e, malê wan li bazara kurd rehet tê firotin. Li bazara kurdî tu xurde, molozan jî bifroşî bikir, mişterî pir in. Gelek kes jî ji mecbûrî, ji ber ku bi kurdî ye berhemên wan dixwînin.

Lê gava bi tirkî binivîsin tirk ewê nekirin, ewê bi qasî kurdan qîmetê nedinê, ewê hewqasî deng venedin, qelîteya nivîskariya wan ya rastîn ewê zû derkeve, ewê zû pûç bibin.

Lê dema bi kurdî dinivîsin, bivê nevê bazar heye, rexnegir tunene, yên hene jî dilê nivîskar nahêlin, berhemê rexne nakin.

Tiştên bi kurdî dinivîsin şorbe be jî, gêrmiya gavanan be jî li ber dilê xwendevanên kurd cewahir e, gezo ye, dawiya pesin û methê wan nayê. Berhem nekeve serî jî îdare dikin. Lê dema bi tirkî binivîsin ne wiha ye, xatir tuneye.

Ez ne li dij im tirk roman, çîrok, şiîrên kurdî bikin tirkî. Lê dibê tirk bi xwe bikin, weşanxaneyên tirk bikin; ne ku kurd nivîskarên kurd bi tirkî bidin naskirin, berhemên bikin tirkî. Tirk çawa ji zimanên din werdigerîni, bira ji kurdî jî wergerînin. Lê gava kurd bi xwe vî karî dikin bi ya mmin şaş e.

Hêja Netirk: Rast e, dema nivîsek xweş hebe ez rexneyên baş dikim. Dema ne xweş be ez xwe bes ker dikim:)

Zinarê Xamo: Wer xuya ye, tu jî "oportunîsteka" ne hindik î. Tu naxwazî dilê kesî ji xwe bihêlî. Lema xelk hewqasî ji te hez dike.

Hêja Netirk: Hahahah:) yaw min zemanekî rexneyên tuj dikir. Niha çend hevalên min ên hundermend hene xwe ji min xeyidandine. Bildigin bi min re napeyivin. Ez jî jê çavtirsandî bûme

Zinarê Xamo: Ji xwe problem ev e, gava tu kitéba yekì rexne dikì, dibéjin, ma te jé xer e? Tu pir jéhatìye yeka baştir binivìse. Min "Tu" ya M. Uzun rexne kir, her kes ji min xeyidì.

Hêja Netirk: Welleh ez pirtûkê M Uzun bi gelemperî naecibînim:) lê carekê kin Rênas Jiyan rexne kir û ko ara ku rexne tê de bû da wî. Min got min te rexne kiriye. Wî jî got ya ku em herî zêde jê hez dikin rexne ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE