28 mars 2021

Hesinê neyê xebitandin zengarî dibe

Heger hûn ji xwe hez dikin, heger hûn dixwazin siheta we li cî be û ji vê dinê zû bar nekin wexta xwe vala, bedilhewa derbas nekin, karekî bikin, xwe bi tiştekî bibilînin.

Heger hûn wek min teqwid in, naçin kar, li mala xwe ne; bixwînin, binivîsînin, li muzîkê guhdarî bikin, sporê bikin, derkevin derve bimeşin, karê malê bikin, xwarinê çê kin, nan lêxin, dûzanekê bidin kitêbên xwe, yanî xwe bi tiştekî mijûl bikin, bira mejiyê we fêrî tembeliyê nebe.

Tembelî, cangiranî ne ji bo aqil, ne ji bo dil, ne jî ji bo sihet û psîkolojiya meriv ne baş e. Hesinê neyê xebitandin zengarî dibe, zû dirize. Însanê nexebite, neweste kût dibe, umrê wî/wê kin dibe.

 Umran Aran: Rast e apo. Siheta te xweş be. Tu ezîzê me yî, ax dûrî te be

Û xebera te ye; mirov tesîrê li hev dikin, hêza gotinê, hêza telqînê hatiye qebûlkirin. Em jî hêzê ji te distînin.

Zinarê Xamo: Umran, tu bibê, nebê, çi bi başî, çi bi xerabî însan tesîrê li hev dike, ji hev îlhamê digre, tiştan fêr dibe. Di vê çarçewê da belkî hin keş û xortên me guh didin gotin û jiyana min.

Lê tiştê her roj ez dikim, ez ji bo xwe dikim, ruh şîrîn e, naxwazim têkevim nav dest û lepan û dixwazim çend salan jî zêde bijîm Ez merivekî dilzîz û zêde xemxur im. Surgûnî, bindestî, jiyan pir bi êş be jî lê dîsa jî aliyê din ji vir ne baştir e,tu jahr di bin axê da tuneye

Lema heta ji min tê naxwazim zû herim têkevim bin axa sar û ji mişk û maran ra bibim qût û debar.

 Aynur: Rojbaş mamoste, gava ku min ev gotinên te got dît, min dev ji vê tembeliyê berda

Zinarê Xamo: Kêfxweş bûm, te pir baş kiriye. 30-40 sal berê nivîskar, şair, rojnamevan, wergerên jin tunebûn. Lê maşela îro pir bûne. Ev yek ne bi kesên tembel û tiral, bi kesên xebatkar bû. Di medyaya sosyal da berê jinên kurd pir hindik bûn, lê nuha ji mêran zêdetir in. Ev jî bi xebatê bû.

Xasedgn: Mamhoste enerjiya te zêde ye, gotinên te enerjiya teşwîqkirinê ne jî xwedê emrê te dirêj bike.

XXX

Îro min bi destê xwe malik li xwe viritand, ez bi xeşîmî ketim nabêna du ezîzên ber dilê xwe. Min pesnê yekî da, hindik ma yê din xwe ji min bixeyidîne.

Di rexne da jî, di pesin da jî dibê meriv gotinên xwe baş biwezînîne, li gotinên xwe miqate be. Ji dêlî ez çêkim, min ji xwe ra xera kir.

Heta min li hev ragirt, berbî hev anî, çermê eniya min qetiya. Serê neêşe dibê meriv paça lê negerîne

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE