Dibêjin kûçikê yekî mir, bir li goristanê veşart. Yên ew dîtin çûn li ba qadî lê gilî kirin.
Qadî ji bo ku asasê meselê fêr bibe, ban mêrik kir û mesele
jê pirsî.
Mêrik got:
-Rast e, min wer kir. Çimkî wesîyeta kûçik li min kiribû ev
bû. Min jî wesîyeta wî bi cî anî.
Qadî dîn bû, got:
-Law zindîq, ma tu henekê xwe bi min dikî? Kûçik çawa
wesîyetê dike?
Mêri got:
-Ezbenî, temî û wesîyeta wî ne ew tenê bû, got ji xêrata min
100 zerî bide qadî beg jî.
Qadî çer ev gotinên mêrik bihîst, got:
-Mirina rahmetî ez pir xemgîn kirim. Gorra wî behişt be…
Qadî: Di serdema osmanîyan da navê serokê mahkimê.
Şefaf
Mamoste di dersê de ji Misto ra dibêje:
-Misto, şefaf çi ye, rabe ji me ra îzah bike.
Misto gotina şefaf nizanîbû, lema jî xwe bir û anî, lê
nikanîbû bersîv bida. Mamoste xwest alîkariyê pê ra bike, got:
-Şefaf, tiştekî wiha ye ku meriv dikane aliyê din tê ra
bibîne. Numûneyekê bide.
Misto hinekî fikirî û got:
-Qulika nifta derî ye mamoste! Meriv xweş dibîne.
Şefaf:Zelal, tiştê ku meriv kane aliyê din tê ra bibîne.
Ne layiq
Rojekê feqîrek derket huzûra Îskenderê Mezin û jê ra got:
-Ey Îskenderê Mezin, ez merivekî feqîr im, hatime ba cenabê
te, ji bo ku tu hinek pere bidî min.
Îskender got:
-Dayina perê hindik ne layiqî min e.
Mêrik got:
-Ê wê gavê zêde bide.
Îskdender got:
-Ê ew jî ne layiqî te ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar