Tahmîrat qediya, hundur xweş bû, lê belê ez û xanim jî qediyan. Hal di me nema.
Ev pênc roj in li mala me karkir dixebitin, em odeyên herdu
xortan û salaona jor tahmîr dikin. Teqereqe wan e, mal tevlihev e. Hundur boyax
dikin, dadikevn jêr û jor.
Ne roja me roj e, ne şeva me şev e. Ez pir westîyam. Îro ji pertav da ketim. Lê
axir qediya. Bes hêja bû, gelkî xweşik bûye. Nuha odeyên herdu xortan dişibin
odeyan û boyaxê jî herder xweşik kiriye.
Wan got ewê di sê rojan biqedînin, lê pênc rojan ajot. Li odeyekê boyax li ser
kaxetê xistin, kaxet werimî, peqik lê ket.
Ji mecbûrî kaxet qaş kirin, du cara sewax kirin û ji nuh ve du caran boyax kirin.
Vê yekê jî du rojên din dirêj kir.
Hundur gava nuh dibe, boyax dibe xweş e, lê heta diqede meriv merezarî dibe. Vê
care ez gelkî westiyam. Ji ber ku ereba min tuneye, dema hin tişt lazim dibûn,
ez peyatî diçûm BAUHAUSê û dihatim. Do ez sê caran çûm û hatim. Nîv saet rê ye.
Nuha ji min nayê qala tiştekî din bikim. Ev serpêhatî bes e.
Ev pêc roj in medyayê jî rindikî taqîb nakim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar