30 mars 2021

Erdogan dîsa xwest tirk xwe birûçikînin

Erdogan ban tirkan kiriye, gotiye alîkariya dewleta xwe bikin, çi pere û zêrê we heye têxin ekonomîyê, xizmeta dewletê.

Tirkiyê top avêtiye, kasa dewletê vala kirine. Reîs dîsa bi parsê ketiye, dixwaze tirk xwe birûçiînin, pere û xişrên xwe bididin dewletê.

128 milyar ji kasa dewletê wendaye, hela perê we diziye berê hûn bidin dewletê, dû ra ji xelkê bixwazin.

 

XXX
Serokê Tirkiyê Erdogan, do jî cîgirê serokê Banka Merkezî Murat Çetînkaya qewitandiye, rebenekî bi navê Mustafa Dûman daniye dewsa wî.

TL ya tirk ser serî çûye. Erdogan tiştên pir baş dike. Dibê ev delwta pînc topê bavêje, hilweşe, kurd, der û cîran jê xelas bibin.

Xwedê Erdogan ji serê tirkan kêm neke.

Medyaya tirk ji tirsa zêde qala bûyerê nekiriye, naxwazin belav bibe, tesîr mexintir bibe.

 

XXX

Wer xuya dike Tirkiye û çeteyên wê ji Lîbyayê qewitandine. Reîs li Lîbyayê pûş kuta, lê ka jî nedanê, belengazo çeteyên xwe bi dizî dişîne mal. Yanî bi helahela, suyar çû, peyatî vedigere.

Li Îdlibê jî halê Reîs ne tu hal e, Pûtîn cî lê teng kiriye, her roj li çeteyên wî dixe.

 

XXX
Serokê nuh yê Banaka Merkezî ya Tirkiyê Şahap Kavcioglu li ser sîyaseta faîzê gotiye ji nuha da baweriya bi daxistina faîzê ez rast nabînim.

Lawo tu kî yî, tu rast bibînî çi qîmeta wê heye, tu rast nebînî çi qîmeta wê heye. Tu quqlayeke, benê te di destê Reîsê mezin da ye, ew çi bixwaze, tu mecbûr î wê bikî. Tu nekî, wek yên din ewê pihînekê li qûna te xe jî, tu yê jî serserî tot bibî…

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE