31 mars 2021

Ew Gandîyê miletê kurd bû...

 



Pêşewa Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sadrî Qazî şehîdên nemir ên kurd û Kurdistanê ne, ewê tim di dilê miletê kurd da bijîn !

Pêşewa Qazî Mihemed, serokê Komara Kurdistanê, wezîrê parastinê Seyfî Qazî û birayê Qazî Mihemed Sadrî Qazî di 31ê adara 1947a da li Mahabadê, li Meydana Çarçira ji alî rejîma şahîtiyê ya xwînxwar ve hatin îdamkirin.

31ê adarê û Meydana Çarçira di dil û hafizeya kurdan da birîneke kûr e, şopeke mezin hîştiye. Miletê kurd vê roja reş tu carî ji bîr nake.



Ez, di 74 salaiya şehadeta wan da, Pêşewa Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sadrî Qazî bi hurmet bibîr tînim….

Qazî Mihemd şehîdên Kurdistanê giş nemir in…

Qazî Mihemedê nemir di mahkimê da awirekî tûj da serleşkerê ecem û wiha got:

”Mirina bi şeref ji jiyana bindestiyê baştir e. Belê, çend deqîqeyên din ez bi werîsê sêdara îdamê ve daleqandîme, lê ez we di binê sola di nigên xwe da dibînim.
Min ji bo netewa kurd azadî kire fîrûze, hûn Mihemedekî dikujin, bes ji her dilopeke xwîna min bi hezaran Mihemed tên dinê, bi îdamkirina Mihemedekî azadiya gelê kurd ji nav naçe.”


Xamina Qazî Mihemed Mîna Qazî

”Ew ji bo miletê kurd Gandî bû, lê belê kurd ji bo wî ne hindî bûn.”

Xanima Qazî Mihehed Mîna Qazî



Mîna Qazî, ji milê çepê ya serî, ya rûliken

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE