31 mars 2021

Bahçelî dixwaze Mahkima Qanûna Esasî were girtin

Devlet Bahçelîyê mejukurmî gotiye:

”Ne girtina HDPê tenê, girtina Mahkimeya Qanûna Bingehîn jî dibê êdî bibe hedefa me.”

Ewê pir baş bibe, ji xwe hebûna wê formalîteye, tenê nav e, were girtin baştir û rasttir e.
Lê ew tenê, dibê mahkime giş werin lewxkirin. Gerek li Tirkiyê mahkime tunebe. Tirk ne layiqî dezgeheke wiha ne. Pûlis û leşker tenê hebin bes e.

Tirk û edalet?

Tirk û qanûn ?

Ew pir dûr î hev in...

 XXX

Erdogan ban tirkan kiriye, gotiye alîkariya dewleta xwe bikin, çi pere û zêrê we heye têxin ekonomîyê, xizmeta dewletê.

Top avêtine, dîsa bi parsê ketine.

128 milyar ji kasa dewletê wendaye, hela perê we diziye berê hûn bidin dewletê, dû ra ji xelkê bixwazin.

 XXX

Serokê Tirkiyê Erdogan, do jî cîgirê serokê Banka Merkezî Murat Çetînkaya qewitandiye, rebenekî bi navê Mustafa Dûman daniye dewsa wî.

TL ya tirk ser serî çûye. Erdogan tiştên pir baş dike. Dibê ev delwta pînc topê bavêje, hilweşe, kurd, der û cîran jê xelas bibin.

Xwedê Erdogan ji serê tirkan kêm neke.

Medyaya tirk ji tirsa zêde qala bûyerê nekiriye, naxwazin belav bibe, tesîr mexintir bibe.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE