01 april 2021

Edaleta Xwedê

Xoce Nesredîn bala xwe dayê çend zarokên taxê  ketine gewriya hev, li hev dixin. Çû ket nabêna zarokan, ew ji hev kirin. Got:

-Xêr e, hûn ji bo li hev dixin?

Zarokan gotin:

-Wele em li ser van gûzan li hev nakin, ka tu xêra xwe wan li me par ke.

Xoce got:

-Ba e, ezê bikim. Lê ez wek qûl ya jî wek Xwedê li we par bikim. Dibê hûn biryara xwe bidin.

Zarokan gişan bi hev re gotin:

-Wek xwedê...Wek Xwedê...

Xoce koma gûzan kişand ber xwe, her zarokekî du sê heb dayê û hinek jî tew ji binde bê par man. Zarokên bêpar man xwe xeyidandin, gotin:

-Xoce, te hebek jî neda me, ma ev çawa edalet e?

Xoce got:

-Ê ma ne we ji min ra got wek Xwedê par bike! Min jî eynî wek edaleta wî kir...

Ax pişta min !

Yek ketibû ser yekî, li zikê wî dixist. Yê binî bi qîrîn digot:

- Ax pişta min! Ax pişta min !

Yê ketivû ser dilê mêrik got:

- Law ez li zikê te dixim, çima tu dibêjî ax pişta min?

Yê binî  got:

- Heger pişta min hebûya te nikanîbû li zikê min xista.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE