01 april 2021

Koronayê çêlik û neviya xwe bera bedena dinyayê daye

 


Me digot belkî havînê em ji koronaya malxerab xelas bibin, lê wer xuya dike ewê dirêj bajo, ewê zû bi zû dev ji dinyayê bernede.

Dinyayê hîn zora koronayê pêşî nebiriye, çêlik û neviya xwe bera bedena dinyayê da.

Dewlet û alimên dinyayê li korona ewilî(Kovîd-19) hatin hev, aşî dîtin, kêfa her kesî hat, gotin em xelas bûn.

Lê piştî demekê gotin wele îcar çêlika wê çê bûye, ew ji diya xwe koronayê jî xerabtir e.
Dinyayê îcar dest bi şerê koronaya çêlik kir. Şerê li hemberî çêlika koronayê hîn nehatiye qezenkirin, nuha jî Angela Merkel xanimê gotiye, çêlika çêlikê çê bûye, ew pêla sisiya ye û pêla sisiya ji herduyên berê jî xerabtir e.
Swêdiyên me jî eynî tiştî dibêjin. Dibêjin di nexweşxameyan da cî tuneye.
Berê gotin heta meha hezîranê emê miletê xwe aşî bikin. Îro dibêjin wele em pêra nagihînin, derman kêm hatiye, nizanim çi eksî çê bûye, hedefa me heta orta meha tebaxê ye.
Her roj 30, 40, 50 kes dimre, heta orta tebaxê ewê kal û pîr nemînin.
Ez di qonaxa duduya da me, lê hîn nîvê qonaxa yekê neqedandine. Xwedê zane kînga ewê dor were me.
Wek her tim, tevgera swêdiyên me meşa kûsî ye, tu carî nabezînin.
Heta nuha me xwe parast, me nehîşt korona, morona xwe nêzî me bike. Hêvî dikim di dawiyê da riya xwe şaş neke û neyê li deriyê me nexe. Xwedê meriv ji bêtaran bisitirînê.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE