02 april 2021

Wext ne bi paş da dihere, ne bi pêş da tê

Di jiyana însên da tiştê telefiya wê tuneye wext e, tu nikanî biguherînî. Wext ne bi pêş da dihere, ne jî bi paş da û ne jî disekine.
Tu nikanî jê ra bibêjî derbas mebe, raweste.

Tu nikanî herî wext û rojên bihurî.
Tu nikanî wexta buhurî, tiştê çûyî bi paş da bîne roja îro.
Tiştên di jiyana te da hatine serê te, tiştên tu jê poşmanî tu nikanî xera bikî, hin tiştên din têxî dewsê.
Lema jî pêşiyên me gotine, tiştê çû mekeve dû.

Carnan wext heye, aqil tuneye, carnan jî aqil heye wext tuneye. Xwezî wexta xortaniyê û aqilê kal û pîriyê bi hev ra hebûna. Heta min xwe nas kir, min emir li xwe xelas kir.

XXX

Bihara me hat, rûmeta kincên zivistanê hilat

Erê, erê, demsal zû zîz dibin. Heta çendakî berê li Stockholmê sar û serma bû, berf bû, qapût li me, lepik di destê me da, potîn di nigê me da bû.

Lê biharê zora zivistanê bir, em ji sar û sermayê xelas kirin. Min û xanimê sol û qazax û qapûtên zivistanê rakirin.

Dinya wiha ye, bihar hat, rûmeta kincên zivistanê hilat.

 

XXX

Ji darè ra gotin, darê, dest hate te. Darê got, heger destî ne ji min be, bi min nikane.

Çi heyf ji me gelek kes bûne doxa bivir, sîleha di destê dijmin da. Lema jî em nikanin zora dijminên xwe bibin, çimkî destik ji me ne. Xerabiya herî mezin yên bûne destikê dijmin bi me dikin.

 

XXX

-Ji dilê ku merivê derewa bike û yekî bide kenandin, rastiyê bibêje bi girî bike baştir e.

-Merivên herî namerd kesên di bin kîsweya dîn da ji xwe ra menfaetê bi dest dixin.

-Tu zêde qedir bidî kerê ewê xwe hespa bezê bihesibîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE