02 april 2021

Fala qereçiyê

Recep Tayyip Erdogan çû ba jinika qereçî ya falavêj, got ji min ra falekê veke, hela taliya min çi ye?

Jinikê tasa xwe tije av kir, çend xîç û morî avêt ji nav da û tas çelqand, dûr û dirê lê nêrî, dû ra got:

-Wele ez mecbûr im ji te ra rastiyê bibêjim; taliya te xerab xuya dike. Ewê te derxin dîwanî herbê, ewê te li wir mahkime bikin.

Erdogan veciniqî, got:

-Ê netîce ewê çi be, ez berat dikim ya na?

Jinika falavêj got:

-Ji bo ku ez kanibim tiştekî bibêjim, dibê tu Riza Zarrab bişînî ba min…

 

Girî

Xoce Nesredîn, rojekê ketibû bin darbesta yekî pir dewletî û kûrr, kûrr digrîya. Yekî xwest wî teselî bike, bi henûnî jê ra got:

-Ma merhûm bavê te bû?

Xoce got:

-Na ne bavê min bû, ji xwe ez jî ji ber wê digrîm.

 

Lawikê bêkêr

Yekî ji hevalê xwe pirsî, got:

-Çend zarokên xwe te hene?

Hevalê wî got:

-Lawekî min heye.

Mêrik got:

Xwedê bihêle.

Got: Tu nizanî yekî çiqasî feqîr e

Hevalê wî got:

-Xwedê bihêle, xwedê umrê wî dirêj bike.

Got: Tu jê ra çêra jî bikî bersîvê nade te.

Hevalê wî got:

-Xwedê ji te ra bihêle.

Got: Tu lêxî jî dest nabe xwe, dengê xwe nake.

Hevalê wî got:

-Xwedê bihêle.

Got: Kurro, mêş li ser eniyê vedinijin nikane mêşa ji ser sere xwe biqewitî.

Hevalê wî got:

-Ê wele lawekî wiha bira Xwedê ji te ra nehêle.

 

Çiyayê sê salî

Rojekê du heval bi rêkê da diçûn. Yekî ew herêm nas dikir, yê din cara ew herêm nedîbû, xerîbê wan deran bû. Bi rê da di ber çiyayekî bilind ra derbas bûn. Yê xerîbê herêmê bala xwe da heybeta çiyê û ji hevlê xwê pirsî:

-Ma navê vî çiyayî çi ye?

Hevalê wî got :

-Navê wî çiyayê Sêsale ye.

Yê din got:

-Peh, Xwedê emir nedê ! Heger bibe çar salî, kî zane ewê çiqasî bilind bibe?

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE