03 april 2021

Sergey Lavrov dîsa neyartiya xwe ya bi kurdan ra nîşan da

 


Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov gotiye Amerîka petrol û çandinîya Sûriyê pêşkêşî kurdan dike, ji bo ku kurd ji Sûriyê veqetin.
Ev ne cara pêşîye ev bêbav tiştên wiha dibêje, berê jî çend caran li dijî kurdan tiştên wiha got. Mêrik wek wezîrekî tirk li kurdan dinêre, retorîka wî ji ya Çavuşoglu ne cudatir e.


Petrol û çandiniya Lavrov qalê dike ya kurda ye, ne ya Sûriyê ye. Kurd serweta xwe dixun. Serê salan e Sûriye male kurdan talan dike.
Rûsan tim neyartiya kurdan kirine. Sovyetê kemalîstên faşîst ji kurdan bêtir dostên xwe dîtin û lema jî bi tirkan ra kurd pelixandin.
Ji avabûna Soveyetê û vir da ye rûsan tim kurd firotine, tim kurd kirine qurbana tirkan, ereban û farisan.
Di dema Şerê Cîhanê yê Yekê da yên nehîştin kurd zora kemalîstan bibin û dewleta xwa ava bikin rûs bûn.
Yên li Îranê Komara Kurdistanê têk birin rûs bûn.
Yên li başûr kurd firotin Seddam, nehîştin Kurdistan çê bibe dîsa rûs bûn.
Yên Efrîn dan tirkan rûs bûn.
Nuha jî dixwazin dîsa kurdan bi tirkan bidin qirkirin. Dixwazin tirk herdera Kurdistana rojava bikin Efrîn.
Sebebê vê neyartiya rûsan bi kurdan ra çi ye ez nizanim.
Ev sed sal e rûs tim li dijî me bûne û di vê bindestiya me da para rûsan pir mezin e. Heger rûsan di şerê Cîhanê yê Yekê da kurd nexapandane, bi Hereketa Azadî ra bêbextî nekirana kurd xelas bûbûn, Kurdistan çê bûbû.

XXX

Gava yek bi tirkî şîreta li kurdan dike, dibêje ziman muhîm e, li zimanê xwe xwedî derkevin, ez pir aciz dibim, bi ya min fena tinazê xwe bi kurdan bike.

Dibê meriv hinekî cidî be. Tiştê meriv ji xelkê xwest, bi xwe bike. Him dev ji tirkî bernade, him jî bi tirkî ji kurdan ra dibêje ziman muhîm e. Ev şêleke pir komîk e.

Xêra xwe ji kurdan ra bi tirkî nebêjin li zimanê xwe xwedî derkevin, berî kurdan hûn li zimanê xwe xwedî derkevin, hûn kurdan hogirî tirkî nekin, hûn zarokên xwe û kurdan asîmîle nekin.

Asîmîlasyona îro bi destê kurdan tê kirin ji ya dewleta tirk ne kêmtir e. Dibê meriv çavê xwe ji vê asîmîlasyonê ra negire.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE