03 april 2021

Bi vê newêrekîyê ewrûpî nikanin pêsîra xwe ji dest tirkan xelas kin

 


Yûnanîstanê dîsa gazin ji Tirkiyê kiriye, gotiye Tirkiye botan tije koçber dike û dişîne ser me, bela xwe di me dide, dewrîyeyên me tacîz dikin.
Tirkiyê top avêtiye, rût bûye, gurrî bûye. Tirk di her warî da perîşan in, ji nêza dimrin. Bi kurtêlan ketine. Însan dema rût û birçî bibe dest bi berdûşiyê, rêbiriyê dike, koda xwe ya vala li koda tije dixe, bela xwe di kesên dewletî dide.

Tirkiye lema di Derya Sipî da bela xwe di Yûnanîstanê, di Qibrisê dide. Ji Derya Reş koçberan qefle bi qefle dişînin Bulgarîstanê.

Tirk ji ber ku birçî ne, gurrî bûne koda xwe ya vala li koda tije dixin, dixwazin bi vê berdûşiyê çend qurişan zêde ji Yekîtiya Ewrûpayê biçirpînin.

Tirk ev çend sal in di Derya Sipî da eşkere çetetiyê û rêbiriyê dikin, bi koçberên ji her dera dinyayê li Tirkiyê top kirine, bi çeteyên îslamî yên di bin destê wan da bela xwe di cîranên xwe didin û ji Yekîtiya Ewrûpayê xûgê digrin.

Bi van perên ji Yekîtiya Ewrûpayê digrin şerê xwe yê Sûriyê fînanse dikin, çeteyên îslamî xwedî dikin.

Bi xêra perê Yekîtiya Ewrûpayê debara xwe dikin, çerxe xwe digerînin. Ne alîkariya Yekîtiya Ewrûpayê û ya Neteweyên Yekbûyî be rejîma îslamî-faşîst ewê hulşe, ewê şerekî hundur derkeve.

Lê Yekîtiya Ewrûpayê bi fînansa xwe koalîsyona îslamî-faşîst li ser niga dihêle.

Li hundur jî ketine ser dilê kurdan, gav û saetê kurdan terorîze dikin.
Dinya, Yekîtiya Ewrûpayê, NATO vê rêbiriyê tirkan dibînin, lê îfada wan nagrin, guhên wan ba nadin, dest nakin gewriya wan.

Ji dêlî wê ve, Erdogan bertîl dikin. Her ku ew Erdogan bertîl dikin, mêrik bêtir har û çavsorî dibe, hin koçberên din dişîne ser Yûnanîstanê.

Tiştê anîn serê Mîlosewîç, dibê bînin serê Erdogan-Bahçelî û rejîma wan ya îsêlamî-faşîst jî. Heta ewrûpî viya nekin Qibris, Yûnanîstan, Bulgarîstan û Yekîtiya Ewrûpayê rehet nakin.

Tirkan tevî ereban 5-6 milyon koçber li Tirkiyê top kirine, ewê gişan hêdî hêdî rêkin ser Ewrûpayê, ew çiqas pere bidin Erdogan jî beyhûdeye, ewê tu carî şandina koçberan nesekinînin. Ewê him xûga xwe bigrin û him jî çete û koçberên xwe bişînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE