04 april 2021

Em kurd xurtên hev in

Gava kurdek gotineke tahl ji kurdekî ra dike, yê gotina tahl jê ra hatiye gotin di bin wê gotina wî da namîne, ji dixeyide, hew silavê didê, dibe neyarê wî.
Lê bi tirkan ra eynî neyartiyê nake, zulma tirkan piştguh dike, ji xwe ra nake kul û derd.

Tirkan welatê me ji me stendine, em kirine koleyên xwe, zulm û neheqiyên nemayî li me dikin, her roj welatê me, bajar û gundên me bombebaran dikin.


Me dikujin. Bi darê zorê dikin leşkerên xwe. Ev ne bes e, du beşên Kurdistanê yên din jî dagir kirine. Li wir jî eynî zulmê li me dikin.

Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Sipî dagir kirine, bi sedhezaran kurd ji malên wan derxistine, bi sedhezaran ereb û tirk xistine malên wan.

Başûrê Kurdistanê her roj bombebaran dikin, siwîlan di malên wan da, li ser karên wan dikujin. Kurdên me dîsa jî xwe ji vî neyarê irqçî, xedar aciz nakin, dîsa jî ji bo kêf û zewqê diçin Tirkiyê, wek ku tirkan tiştek bi wan nekiribe bi tirkan ra didin û distînin.
Kurd ji hev ra şêr û piling in, bi tirkan ra, bi vî dijmin û dagirkerê hov ra dost, heval in.
Em kurd xurtên hev in, lê ji dijmin ra ne wisa ne, ev jî ji ber zeîfiya hestên netewî ye, şiûrê milî bi me ra zeîf e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE