04 april 2021

Kurdên êsîr li dijî asîmîlasyona uyguran derketine

 



Li Çewlikê(Bîngolê) hin kurd hatine bav hev û li hemberî asîmîlasyonê derketine. Lê helbet ne ji bo xwe, ne li dijî asîmîlasyona xwe, li dijî asîmîlasyona uyguran derketine, xwestine Çîn zimanê uyguran serbet bike.

Ehmeqîyeke ji viya mezintir nabe. Kurdên kole û totikvala ne ji xwe ra, ji uyguran ra azadiyê dixwaze.
Nan û av û hewa Kurdistanê li însanên wiha heram e. Kêmaqiliyeke ji viya xerabtir tuneye. Haya wan ji koletiya wan tuneye.

Lê di vê trajedîya mezin da sûcê partiyan û siyasemedarên kurd jî pir e, me tiştek nedaye milet.
Heger li Çewligê, li Diyarbekrê kurd ji bo filistîniyan, ji bo uyguran dimeşin, di vê da sûcê siyasetmedaran pir e.
Kurd hîn xwe kurd nabînin, xwe tirk dibînin. Heger kesên li Çewligê Çîn protesto kirine bigotana em kurd in, ewê ne ji bo uyguran, ji bo xwe ev protesto bikirana, ewê li dijî asîmîlasyona tirkan derketana, ewê azadiya zimanê xwe bixwstana.
Ne zimanê wan bi tenê, hebûna wan, navê welatê wan tê înkarkirin, viya nabînin, li dijî vê asîmîlasyonê dernekavin, ji bo uygurên neyarên kurdan xwe diçirînin.
Li tu dera dinyayê miletekî ji kurdan korfahmtir tuneye. Dibê em viya êdî bibêjin.
Ji xwe heger ne wiha bûya miletekî 40-50 milyonî heta nuha bêdewlet nedima.
Ev bindastiya me, bêdewletiya me ji ber kêmaqilî û korfahmîya me ye, em xwe wek miletekî cihê nabînin, xwe layqî dewletê, serxwebûnê nabînin.

Lema jî bi hev ra dewlet nexwestine, welatê xwe ji dagirkeran neparastine.
Tirk ji Mogolîstanê hatine welatê wan dagir kirine û ew jî ji xwe ra kirine bindest û kole. Eşîrek, du eşîr li dijî dagirkeran rabûne, deh eşîran piştgirî dane dijmin, welatê xwe neparastine.
Kesên dewlet xwestine tim hindik bûne, piraniyê ya dengê xwe nekiriye, ya jî bi dijmin ra şerê wan kirine.
Tu serîhildaneke kurdan bi destê dijmin tenê têk neçûye, miheqeq kurdan desteg dane dijmin û bi vî hawî serîhildan şikandine.
Tirkan ji uyguran artêşek çêkirine û bi wê artêşê li Kurdistana rojava şerê kurdan dikin.
Bi hezaran uygur li Efrînê û Serê Kaniyê bi cî kirine. Û li Çewlikê jî kurdên me ji bo uyguran daketine kolanan û Çînê protesto dikin. Li dijî asîmîlasyona tirkan dernakevin, ya Çînê protesto dikin. Miletek ji viya zêdetir totikvala û  bêşiûr nabe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE