04 april 2021

Li ser têkliya kurdên başûr û tirkan

Dema ez dibihîzim kurdên Kurdistana başûr wek turîst çûne Tirkiyê ya jî nexweşên xwe birine Anqerê û Stenbolê matmayî dimînim, ji hêrsa dixwazim porê xwe birûçikînim, kerasê xwe biçirînim.

Hebek xurûr, hestên netewî bi meriv ra hebe meriv wek turîst naçe li Tirkiyê nagere. Li Kurdistanê tuxtur tunebin, nexweşê meriv kal û pîr bi gîha û pincaran derman bikin jî meriv nexweşê xwe nabe Anqerê nexweşxaneyên tirkan.

Tuxtorên dinyayê yên herî baş li Kurdistanê bin, tirk dîsa jî nexweşên xwe nabin Hewlêrê, ser tuxtorên kurd.

Kurdistana başûr bibe cineta ruyê erdê jî tirk naçin li Kurdistanê nagerin.

Lê kurdên me ji tirkan û Tirkiyê pir hez dikin, lema jî bi kêfxweşî diherin li Tirkiyê digerin û nexweşên xwe jî dibin Anqerê û bajarên tirkan.
Bexda bibe bajarê dinyayê yê herî xeş jî ez ji bo kêfê naçim Bexdayê. Lê bi kurdên başûr ra ev hesasîyet tuneye, ew heyranê Tirkiyê ne.

Tirk çi bînin serê kurdên başûr jî(hin îstîsna miheqeq hene) qet ne xema wan e, dîsa bi kêfxweşî diherin Tirkiyê û ba tirkan.

Tirkan welatê wan dagir kiriye, dest dane ser bi sedan gundên wan, dîsa jî bi çavê dijmin û dagirker li tirkan nanêrin…

Însan çawa kane hewqasî bêxurûr be ez fêm nakim…

 

Nevîçîrkê Qeto Deno :Mirov dikare bi sedan mijaran de başûrê rexne bike. Lê nexweşî cuda ye.. Mixabin pêwistiya me tirkan heye. Û em nikarin bidin berhev û bibêjin Kurdistan cinet be jî ew nayên wê çaxê em jî divê neçin. Jîyana Her ferdekê kurdan wê fikrê mezintir û girîngtir e..

 

Zinarê Xamo: Yanî tu dibêjî li Kurdistanê tuxtor û hekîmên hene bêkêr in, nezanin in, nikanin jiyana nexweşan xelas bikin, xelasiya kurdan di dstê tuxtorên tirk da ne?

 

Nevîçîrkê Qeto Deno: Mixabin di aliyê tenduristîyê de derfetên başûrê qels in.. Hêvîya me heye roj bi roj baştir bibe, lê niha bersiva hemû nexweşiyên gelê me nikarin bidin. Ez li wir tirkan mezin nakim. Lê gorî başûrê deh caran zêdetir serkeftîtir in tirk. Û Tirkîye nêzîkî Başurê ye jî. Sedem ewe ne

Ez wan gotinan bi nezanî nabêjim. Karmendê tenduristîyê me, Stenbolê nexweşxanekê kar dikim.heta niha gelek kesên başûrê hatiye li wir min dîtiye. Bi gelemperî bersiva nexweşiya xwe başûrê peyda nakin û dikevin rêya Tirkîyê.Ez jî bi dil û can dixwazim pêdiviya me tirkan nemîne

Tiştek din jî. Kes heyranê tirkan nîne. Lê nêzîkî Başûrê ne. Hatin çûn, mesref, gorî cihên din baştir dibe. Eger derfetên gelê me hebûya qet nedihatin Tirkîyê. Da biçin Avrupayê. Lê bi gelemperî derfetên wan encax têra Tirkîyê dikin mixabin.


Zinarê Xamo: Di argumentên te da para rastiyê hebe jî, lê kesên tên giş ne ji mecbûrî tên.

Li Kurdistanê gelek tuxtorên baş hene, hin tuxtorên kurd ji Ewrûpayê çûne, nexweşxane vekirine.

Ya din rexneya min ne di warê tibî tenê da ye. Bi hezaran wek turîst diçin Tirkiyê, tirk li wan dixin, dîsa diçin.
Bi hezaran li Tirkiyê xanî û havîngeh kirîne. Welatê, miletê meriv jê hez neke meriv wek turîst naçê, meriv xanîyan, havîngehan lê nakire. Dibê em viya bibêje.
Ez viya ji bo kurdên bakur jî dibêjim. Mecbûrîyet ne tê da, ji bo kêf û sefayê meriv li Tirkiyê havîngehan nakire. Miletê neyartiya meriv bike, dewleta vê zulmê li meriv bike, meriv naçe balê.
Kurdistan cinet be jî tirk li Kurdistanê havîgehan nakirin, kurdî fêr nabin.
Dibê meriv ji zeîfiya şexsîyeta me ra qal û qîlan, hincetan nebîne. Şexsîyeta me dejenere bûye, bi me ra xurûr nehîştine, em her neheqiyê dadiqultînin, îdare dikin.
Ev qerekterê merivê bindest û kole ye. Xwe biçûk dibîne, tirkan di ser xwe ra, ji xwe baştir dibîne. Ne ji mecbûrî, ji bo kêfa xwe çavsoriya tirkan îdare dike.
Bexda û Tehran cinet be jî ez di van şertan da ez naçim Bexdayê, Tehranê Seyhetê. Dibê meriv neçe. Ev fikrê min e, ez wiha difikirim.

 

Dil û Hêvî: Mamoste, em tiştên baş layiqë xwe nabînin. Berivan buye bijişk em dibêjin" wa ev ne kêça evdoye, ma dê çi jê derbikeve". Bilî wê jî başurî hima jî bo nexweşiyê naçin tirkiyê li wir mal û milk jì dikirin. Lë çibikin bila bikin türk wan naecibînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE