05 april 2021

Mêr mêran nas dike

 Di cimatê da yekî pesnê xwe dida, got:

-Wele tiştê ez zanim di sûka Sêrtê da sê mêr hene: Yek pismamê min î Misto ye, yek xalê min î Ehmo ye û yê sisiya jî ez navê wî nabêjim, hûn tê derxin. Cimatê çuqas israr kir jî navê yê sisiya negot, got hûn tê derxin.

Pismamê wî Misto jî di nav cimatê da bû, got:

-Ez zanim ew kî ye , ew jî tu yî.

Xwediyê fortan got:

-Law bi rastî jî mêr mêran nas dike.

 

Tirkê rût

Li Kapikûleyê mamûrê gumrikê Tirkekî ”Almancî” dabû sekinandin, dixwest ji xwe ra tiþtekî jê piçirpîne, got:

- Tiştekî te yê tu gumrik bikî heye ?

Mêrik got:

- Na, tuneye.

- Qahwe mahwe ?

- Na.

- Le çokolata, mokolata ?

- Na wele ew jî tuneye.

- Ma cixare, Wîskî jî tuneye ?

- Na wele, cixare û wîskî jî tuneye.

Li ser vê bersîva mêrik, mamûrê gumrikê pakêta cixarê ji bêrîka xwe derxist, dirêj kirê, got:

- Bira, tu jî ji bin da rût’î lo, wê gavê fermo, ez cixarakê bidim te.

 

Taktîkên mêraniyê

Pêxwasekî diyarbekrî bi şev vexwaribû, dor hatibû ser berdûşiyê, dibê hinekî jî mêraniya xwe nîşanî der û dorê bida.

Bi vê nêtê bi kuçên bajêr ket, kêr di dîwaran da, bi dengekî bilind halan di xwe hilda, dest bi xeberan kir, got:

-Law li vî bajarî çuqas pûlis hene ez di…

Hew bala xwe dayê ku wa ye pûlisek ji hember da tê. Xebera dikira ji pûlisan ra bida wiha temam kir, got:

-Law li vî bajarî çuqas pûlis hebin, hewqas jî bekçî hene.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE