25 juni 2019

Meraq



Gulçîna biçûk ji diya xwe pirsî:
-Dayê tu çawa bi bavê min ra zewicî?
Jinikê berê xwe bi mêrê xwe da kir û got:
-Tu dibînî, keçik jî fêm nake ez çawa bi te ra zewicî me...


Derîyê vekirî
Li qahwexanê cimata geriyabû û sohbet germ kiribûn. Yê li kêleka hecî Omo devê xwe kir guhê wî û hêdîka jê ra got:
-Hecî, zincîra pantorê te vekirî ye…
Hecî Omo bi dengekî sakîn got:
-Nekeve telaşê, deriyê mala yê mirî gerek tim vekirî be…

Ez bavê wî me
Qezayek trafîkê bûbû. Gelek kes li dora ciyê bûyerê kom bûbûn. Yekî pir meraqdar ji bo termê li erdê baş bibîne, xwe di nava qelebalixê ra kir û got:
-Xwe bidin alî, ez bavê yê mirî me.
Milet rê jê ra vekir. Bala xwe dayê bavo çi bibîne, yê li erdê ne însan e, kereke. Şerm kir, paş da vegeriya û got:
-Hela hela, ev çi bû ?

Bûdele
Jinik û mêrik ketibûn gewriya hev, saetek bû pevdiçinîn, yek ji ya xwe danediket. Dawiya dawî mêrik got:
-Dibê tu bi yekî bûdele(xêvik)ra zewicîbûya!
Jinikê bi hêrs got:
-Qet xeman nexwe, ji xwe min jî eynî wer kiriye…

Reqema nayê guhertin
Mêrik her tim umrê xanima xwe jê dipirsî, digot:
- Xanim, min ji bîr kir, ma tu çend salî ye ?
Carê, du car, sê car, jinikê hew tehamul kir, rojekê bi hêrs jê ra got:
-Xwedêjêrazî çima tu gav û saetê umrê min dipirse, mesele çi ye?
Mêrik bi melûlî got:
-Xanim ez çi bikim, di vê dewrê da reqema qet zêde nabe tenê umrê te maye, ji bo wê dipirsim

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE