11 juni 2019

Tiştê hat serê çermsoran kane were serê me kurdan jî




Çermsorekî emerîkî li ser asîmîlasyonê gotiye:

”Ji bo ku em kanibin li vê dinyayê bijîn dibê em zimanê merivê spî fêr bibin. Lê belê ji bo ku em ji ruyê dinyayê wenda nebin, dibê em zimanê xwe fêr bibin.” 

Camêr çiqasî rast û xweş gotiye.

Lê çi heyf tiştê kalê, fîlozofê çermsor jê ditirsiya hat serê gelê wî, bi rastî wek çermsor ji ruyê dinyayê wenda bûn.


Çimkî zimanê xwe fêrî zarokên xwe nekirin, asîmîle bûn û bi wextê ra di nava milet û zimanên din îngilîzî û îspanyolî da heliyan.

Tiştê hat serê çermsoran, kane were serê me kurdan jî. Wê prosesê ji zû da ye dest pê kiriye.

Heger em kurd zarokên xwe, nifşên nuh radibin bi zimanê xwe mezin bikin, emê ji mirin û wendabûnê xelas bibin. 

Lê heger em viya nekin, yanî heger em zarokên xwe bi kurdî mezin nekin tiştê hat sere çermsoran ewê were serê me jî. Kurdî jî wek zimanê latînî ewê bibe zimanekî mirî…

Ez henek menekan nakim, ez qala taliya me, qala qedere li pêş me ye dikim; heger siyasetmedar kurdî nekin zimanê xwe yê siyasetê, heger em zarokên xwe bi kurdî mezin nekin, wek kurdên bakur emê bihelin û bibin tirk…

Ji xwe di nava van 70-80 salên dawî da herî kêm 6-7 milyon kurd heliyan, bûn tirk û ev proses îro hîn bi leztir dom dike.

Berê asîmîlasyon pir hêdî dimeşiye. Lê nuha, di vê cîhana înternetê da asîmîlasyon sed qatî zûtir dimeşe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE