26 juni 2019

Tirkiye Kurdistana başûr gav bi gav bi xwe girê dide



Tirk dagirkirina Kurdistana bakur ji bo xwe hindik dibînin û li Kurdistana başûr û rojava jî li dû dagirkirina hin erdê din in, vê nêt û hedefa xwe venaşêrin, tim dibêjin. 

Tirk dibêjin di Şerê Yekê da neheqî li me bû, îngilîz û fransizan gelek der bi zor ji me stendin(tu dibêjî qey Kurdistan erdê bavê wan e), nuha em wan erdên me wenda kir bi paş da dixwazin.


Di vê çarçewê da çavê wan li dû Mûsilê, Kerkûkê, Helebê, Efrînê û gelek herêmên din e. Bi gotineke din hemû Kurdistana rojava û qismekî başûr wek malê bavê xwe dibînin û dixwazin paş da bigrin.

Bi şerê Îraqê û Sûriyê û bi hinceta şerê bi PKKê ra Tirkiyê nuha ev fersend û îmkana dagirkirina hin erdê din bi destxistiye û vê plana xwe jî li ber çavê kurdên başûr gav bi gav û bi hostatiyeke mezin bi cî dike. 

Li Sûriyê Efrîn, Idlib û li Kurdistana başûr jî gelek der dagir kiriye. 

Li Kurdistana başûr nuha bi dehhezaran leşkerên tirk hene û gelek herêm dagir kirine. 

Leşkerên tirk nuha li gelek herêmên Kurdistana başûr wek li Culemêrgê bin rehet herket dikin. Ji bo çûn û hata wasiteyên leşkerî rêyên asfalt çêkirine û wek li Tirkiyê bin diherin û tên û kurd jî qet dengê xwe dernaxin. 

Hukûmeta Îraqê jî çima dengê xwe nake ew jî tiştekî nayê fêmkirin. 

Faîk Bûlût di hevpeyvîneke xwe da bal kişandiye ser hedefa Tirkiyê ya dagirkirina Kurdistana başûr û gotiye:

"Tirkiye, di çarçoveya sînorên Mîsak-î Mîllî da tim dixwaze xeta Mûsil, Kerkûk û Helebê kontrol bike. Tirkiye, li Sûriyê, li Îdlibê, li Helebê dixwaze bi rêya çeteyên destekê dide wan û OSO û Eniya Rizgariya Netewî rêveberiyên herêmî têxe bin kontrola xwe.
Li başûr jî xeta Mûsil-Kerkûk-Helebê û Şengal û Başîka û derdorên Mûsilê jî di nav da, têxe bin banê serweriya xwe. Bi vî awayî dixwaze hikûmeta Iraqê jî mecbûrî wê be. Ev yek perçeyeke plansaziyeke pir berfireh e. Em hêdî hêdî tatbîqatên vê yekê dibînin.”

Faîk Bûlût berpirsiyarên Kurdistana Federe bi bêwîzyoniyê îtham kiriye û gotiye:

”Divê ew vê yekê zanibin, ji roja Tirkiyê mudaxileyî Efrînê kiriye gav bi gav Kurdistana başûr bi dest dixe. Bila baş zanibin eger tevgera kurd a li Tirkiyê biqede wê nikanibin li ser piya bimînin. Di gena îqtîdarên Tirkiyê da nehezkirina kurdan û binpêkirina mafên siyasî yên kurdan heye." 

Tirkiye dijminekî me yê pir xedar e, hedefa Tirkiyê kurd li tu beşekî Kurdistanê ji bindestiyê xelas nebin û Kurdistan çê nebe. 

Di mesela Kerkûkê û referandûmê da me dît bi Îraqê û Îranê ra çi anîn serê kurdan. Kurd bi birçîbûnê tehdît kirin, saha hewayî li ser kurdan girtin û li ser sînor dest bi manawreyên leşkerî kirin. Serok, serokwezîr û wezîrên tirk heqaretên nemayî li serokên kurdan kirin, gotin heger hûn gurra me nekin û serxwebûnê îlan bikin emê vanayên petrolê bigrin û we ji birçîna bikujin.

Tirkiyê ev yek ne pir dûr, du sal berê kir. Me ev neyartiya tirkan baş dît. Ev alieykî meselê ye.

Li aliyekî din, wek min li jor jî got, Tirkiyê bi bahaneya şerê bi PKKê ra Kurdistana başûr gav bi gav dagir dike û wek Efrînê bi xwe ve girê dide. Di vî warî da Tirkiyepir bi pêş da çû ye.

Li herêma Zaxo û Duhokê gelek erd dagir kiriye û bi Tirkiyê ve girê daye. Dibê kurd vê yekê qebûl nekin û bi hukûemta Îraqê ra li dijî dagirkeriya Tirkiyê derkevin û leşkerên tirk ji welatêxwe derxin.
 
Heger tirk baş bi cî bibin ewê dernekevin. Hedefa tirkan ne PKK tenê ye, hemû kurd in, Kurdistana Federe ye. Tîcaret, aborî filan û bîvan hemû maskeyên dagirkirina Kurdistana başûr e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE