01 juni 2019

Serîşikandin karê merivên zorba ye



Ez nizanim kê û ji bo çi li Ferhad Pîrbal xistiye, ew xistiye vî halî .
Kê kiribe pir bêexlaqî kiriye...
Sebeb çi be jî meriv vê zulmê li nivîskar û ronakbîrekî xwe nake. Heger dîn e meriv li dînan naxe.

Dibê sûcdar werin girtin û cezakirin. 


Gerek em bi xwe vê heqaretê li hev nekin, şerm e !

Riya çareserkirina gelşan ne ev e.

Ev ne karê kesên medenî ne, ancax zorba wiha bikin..

Dibê wezîr û berpirsiyarên hukûmetê bêdeng nemînin, bûyerê mahkûm bikin.

XXX
Gotina herî bêtir min hêrs û dîn dike, gava serok û wezîrekî hukûmeta AKPê ji me ra dibêje "bira, birayên me yên kurd" (!)
Hulûsî Akar gotiye "em û birayên xwe yên kurd wek goşt û nenûkê ne" !
Bi bawriya min ji vê heqaretê mezintir heqaret li kurdan nabe !

XXX
Xwelî li serê wî kurdî yê hîn ji virên Ahmet Davutoglu bawer dike û dide dû û pê ra dibe heval.
Erdogan ji bo kurdan çi difikire Davutoglu û Gul jî eynî tiştî difikirin. Ew û gul heta nuha mamoste û rêberên Erdogan bûn.
Meriv gerek hewqasî jî bêfahm nebe !

XXX
Li Tirkiyê rejîma îslamî bi yasaxkirina fikir dixwaze însanan bike kole.
Çimkî kole nikanin, newêrin fikrên xwe bibêjin. Merivên azad fikrên xwe bêtirs dibêjin.
Li Tirkiyê jî îro sûcê herî mezin fikir e, fikirên, dîtinên li dijî rejîma îslamî û seokê wê yê bi tenê sûcê herî mezin e; kane bibe sebebê însan bi salan di zindanan da birizin.

-Yê berê xwe bi rojê da ke siyê nabîne.
///Helen Keller

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE