Bîstek berê ji xwendinê çavê min qerimî, min xwe li ser
dîwanê dirêj kir û di xew ra çûm.
Min dît ez li Ruhayê, li dora Qere Kopriyê digerim.
Danê êvarê bû.
Ezê vegeriyama Wêranşarê malê.
Min bala xwe dayê perê heqê rêya min tuneye.
Min cuzdanê xwe derxist, cuzdan vala bû.
Ez li bêrîkên xwe na geriyam, bêriyên min vik û vala bûn.
Ez ketim panîkê, bêçaretiyê xwe bera hinavê min da, li bajarekî xerîb ez bêpere, rût û repal bûm.
Min çavê xwe li der û dora xwe, li kesên dihatin û diçûn gerand.
Çavê min bi serokê belediya Wêranşarê yê berê Muharem Şêxanliogluyê rahmetî ket. Ji min hinekî wê da li ber vîtirînekê sekinî, hinekî lê nêrî û meşiya.
Du sê kes jî li dû bûn.
Di ber min ra xericîn, wan ez nedîm, lê min ew dît.
Lê min li xwe dananî herim ji Muharam Şêxanlioglu pera bixwzim, min ji xwe pir fedî kir.
Piştî ji min dûr ketin û ji ber çavê min wenda bûn, ez kelogirî bûm…
Dinya jî êdî tarî bûbû û min nizanîbû ezê çi bikim û bi ku da herim.
Min bi rengekî bêhêvî li dora xwe nêrî, lê min kesê nas nedît.
Ez tik û tenê û bêçare bûm.
Ez fikirîm, ezê îşev bi ku da herim, li ku rakevim?
Ezê çawa xwe bigihînim Wêranşarê?
Li wê ortê min xwe pir bêçare û hustuxwar dît…
Tam di vê kêlîka bêhîtiyê da ez bi xwe hesiyam...
Min dît ez dikim di dîwanê wer bim erdê…
Ez li ne li Ruhayê, li Stockholmê, li malê me…
Bîna min hat ber min, dilê min aş bû, ez sakîn bûm.
Derketim hewşê, bîna xwe girt.
Min bala xwe dayê lawikê karkir li ser banê xênî keviran boyax dike.
Min silav dayê.
Ji do da ye kevirên xaniyê me boyax dikin, pir qilêrî bûbûn.
Dinya honik, hewa pir xweş bû.
Li hewşê bîstekê bi kêfxweşî viz bûm, min bala xwe da der û dora xwe.
Lê hîn jî di tesîra xewnê da bûm.
Min çû gulên hewşê bîn kir.
Bîneke pir xweş ji herdu gulên min ên sor û spî difûrin.
Dû ra min çû qedehek av vexwar.
Xanim hîn raketî bû, min çû ew ji xew şiyar kir û xewna xwe jê ra got...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar