14 mars 2026

Dêlik bi teleb e, kopek tê ji Heleb e

Hêzên rast, çep, dîndar di şerê Îranê da giş Amerîkayê, Îsraîl, dewletên mezin rexne dikin, dibêjin Îran, Sûriye, Îraq, Lîbya, Yêmen wêran kirin, berê milet berra hev didin, bi vî hawî şertên midaxeleyên xwe amade dikin.

Em bibêjin Amerîka û dewletên mezin sedîsed nêtxerab in û neheq in.
Baş e Amerîka, welatên Xerbê çima tên herêmê, çi dibe sebebê hatina wan?

Hûn jî zanin seben hûn in, serokên we ban Amerîkayê û welatên Xerbê dikin.
Bira serokên ereban, farisan, tirkan wek ewrûpiyan baqil hereket bikin, zulmê li miletên xwe nekin, bira rê li ber fikrên cuda, devê xelkê negirin.
Bira demokrasiyê li welatên xwe bi cî bikin.
Bira bihêlin her kes dînê xwe, bawriya xwe, kultura xwe, nasnameya xwe ya netewî azad bij.
Bira mafên kurdan, yên miletên din bidin.
Bira zimanê kurdan û ya tu miletê din qedexe nekin.
bira bihêlin kurd li welatê xwe, xwe îdare bikin.
Bira bihêlin jin jî wek mêran xwedî her mafî bin.
Bira her kesî mecbûrî şiklekî jiyanê nekin.
Bira meleyên Îranê bela xwe ji Îsraîl veke, bira mafên kurdan bidin.
Serokên tirk, ereb û faris welatên xwe kirine zindan, kirine qada şer.
Ev e sebebê bêîstîkrariya daimî, sebebê tevlihevê û şer.
Heger serokên tirk, faris û ereb xwe biguherînin Amerîka nayê herêmê, yên Amerîkayê tînin herêmê ereb, faris, tirk bi xwe ne; sûcdar ew in.
Ji dêlî hûn Amerîkayê rexne bikin, berê xwe bidin serokên xwe, wan rexne bikin, li welatên xwe demokrasiyê bi cî bikin.
Dêlik bi teleb e, kopek tê ji Heleb e. Dêlik bi teleb be kopek ji her derê tên bi dû dikevin. 

Ji dêlî hûn keviran bavêjin ji Amerîkayê da serokên xwe, kultura xwe biguherin, demokrasiyê bînin welatê xwe, gelşên dibin sebebên şer ji ortê rakin, mafên her kesî qebûl bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar