14 mars 2026

Îran bela xwe ji Kurdistana Başûr venake


Îran û çeteyên wê yên ereb bela xwe ji kurdan venakin, êrîşên xwe yên ser Kurdistana Başûr didomînin. Fîşekekê jî navêjin ji Îraqê da, hedefa gişan Kurdistan e, Hewlêr û Silêmanî ye.

Vêsê  6 dron avêtine ji Hewlêrê da, dronek jî avêtine ji Silêmaniyê da. Her heft jî xistine.

Baş e ku Amerîka û Fransa sîstema li dijî dronan li Kurdistanê bi cî kirine. Dron giş xistine.
Ne alîkariya Amerîka û fransayê be rewş ewê pir xerab bûya.
Do di êrîşên hewayî da leşkerekî fransî û pêşmergeyek şehîd ketin.

Êrîş ji Îranê û ji teref çeteyên Îranê yên li Îraqê va tên kirin. Hukûmeta Îraqê jî tiştekî nake. 

Ev êrîş jî nîşan didin kurd ne mitefikên Amerîkayê bin ewê tavilê êrîş bikin, bixwazin Kurdistana Federe ji ortê rakin. Ev yek hedefa Îraqê, Îranê û Tikriyê ye.

XXX
Berdevkên Îranê û serokê Amerîkayê Donald Trump gefan li hev dixun.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser êrîşên ser Îranê gotiye:

“Beriya niha bi demeke kurt, bi fermana min CENTCOMê yek ji êrişên hewayî yên herî dijwar ên dîroka Rojhilata Navîn pêk anî, hemû hedefên LEŞKERÎ yên li Girava Xarkê ku milkê herî biqîmet ê Îranê ye, bi temamî têk birin.”

Berdevkê leşkerî yê Îranê Îbrahîm Zulfiqarî bersîv daye gefên Donald Trump, gotiye ”heger Amerîka li binesaziyên me yên petrolê xîne, Emê jî qadên petrolê yên herêmê bikin xwelî.”

Komara Îslamî ya meleyên qatil ewê bikeve, lê teslîm nabe, heta kanibin ewê li ber xwe bidin. Ev yek jî ewê bibe sebebê Îran bêtir wêran bibe.

XXX

Li ser kesên xwenizan gotineke xweş heye, dibêjin gotin ya Şadî Şîrazî ye.

”Heger ji fanî ra xerabiya fiîlê wî(xerabiya karê wî) neyê gotin, ewê xerabiyê marîfet bizanibe.

Dibê meriv şaşiya însên, xerabiya dike jê ra bibêje. Gava meriv nebêje ewê aşûnî bibe, karê xwe yê xerab bidomîne…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar