13 mars 2026

Tarîxê nîşan bide bi êrîşa ser Îranê Donald Trump ji dinyayê ra karekî baş kiriye


Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser encamên şerê li dijî Îranê bi geşbînîyeke zêde gotiye:

“Îran li ber têkçûnê ye, kes nemaye biryara teslîmbûnê bide. Kes nizane nuha kî rêber e, loma kes nîne teslîmbûnê ragihîne.

Min her kes ji vê penceşêra(kansêra) gef li cîhanê dixwar rizgar kir.

Divê em vî karî temam bikin ji bo ku pênc salên din em careke din neçar nemînin bi Îranê ra bikevin nav şer."

Bi baweriya min jî Trum bi êrîşa ser Îranê karekî tarîxî û baş kir. Dibê ev rejîma Îran û Kurdistan kiriye gola xwînê û ji jahrê, fesadiyê, gelaciyê û şer îxracî dinyayê dike 47 salan li ser hukim nema, gerek ji zû da bihata xistin. Van meleyên qatil, celad hetanî nuha bi sedhezaran însan kuştine û dane kuştin.
Nuha gelek kesên siyasetmedarên korfahm, pêş xwe nabînin, asoya wan teng Donald Trump rexne dikin, lê 5 salên din, deh salên din her kesê qebûl bike Donald Trump ji bo gelên Îranê, ji cîranên Îranê û dinyayê karekî pir baş û taîxî kiriye. Her kes sipasê wî bike…

Hêviya min ew e kurdên Kurdistana Rojhilat bibin xwedî federasyon.
Heger kurdên Îranê xelas bibin beşên din ên Kurdistanê jî ewê bidin dû, serxwebûna kurdan, dewleta kurdan ya netewî ewê çêbibe…

Hêvî ew bû kurdên Bakur bibin lokomotîva serxwebûna kurdan, lê tiştê xuya dike kurdên yek jî nikanin vê rolê bilîzin, gişk zêde ketine nav çerx û feqa dijmin. 

Statuyên wan jî, tiştên bi dest xistine jî di talûkê da ye. Hêvî kurdên kurdên Îranê ne. Ew merivên zana, wek polayê saxlem in û nasyonalîst baweriyê didin meriv.

XXX

Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê Îsmaîl Beqayî qebûl kiriye serokê Îranê yê nuh, Mucteba Xamineyîyê hîn xwe nîşanî kesî nedaye birîndar e.

Dizên bîstanan li xwe mukur tên zivistanan.

Îsmaîl Beqayî gotiye:

”Birîndar e, lê baş e. Ez nizanim wê kengî axaftina xwe ya ewil bike.”

Dîyar nizanîbûn ewê bimre ya xelas bibe, lema hetanî nuha man.

Vê carê nemir, ewê di êrîşeke din da bimre. Rojek zû, rojek dereng ferq nake, ewê bigihîje bavê xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar