15 mars 2026

Me îro li Stockholmê şairê hezkiriyê ciwanan Ehmed Huseynî yad kir


Me îro li Stockholmê wek qedirşînasî û wefadariya xwe ya dawî xatir ji kurdperwerê dildarê welatê xwe û zimanê xwe, şairê ezîzê ber dilê ciwanan, Ehmed Huseynî xwest.

Ez jî beşdarî sermoniya xatirxwstinê bûm û min jî çend gotin li ser hevalê xwe salan, şairê evîndarê şiîrê kir.

Ji hin welatên Ewrûpayê û ji gelek bajarên Swêd gelek nas, dost, heval û hezkiriyên wî hatibûn. Gelek kesan qala serpêhatî û bîranînên xwe yên pê ra kirin.

Keça wî Êvar Huseyn xanimê axaftineke pir dilzîz û mişt hest û edebî kir. Êvar xanim, keçeka tam lawiqî bavê xwe ye, tam li gorî dilê bavê xwe perwerde û mezin bûye.
Serê zarokên û yê hemû dost, heval û hezkiriyên wî sax be. emê tu carî wî ji bîr nekin, ewê tim di dilê me da bijî, şiîrên wî ewê tim li ser zimanê me be.

XXX

Li Stockholmê hewa gelkî ne xweş e, ewrekî giran heye, serma li dor sifirê ye. Ne berf e, ne baran e, şilope dibare.

Min got belkî zivistanê xatir ji me xwest, bihar hat, lê wer derneket, wa ye sar û sermayê, berfê hîn negotiye bi xatirê we.

Lê helbet li Swêd normal e, dibê meriv gazina ji hewê neke, rojên wiha heta meha gulanê jî kane xwe nîşan bidin.

Nuha Kurdistan xweş e, dawiya meha adarê û meha nîsanê Kurdistan heyat e. Îsal ewê gelkî xweştir be, çimkî berf û baran pir barî, xweza ewê pir xweş be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar