Tirkekî bi navê Omur Kabak di Twîtterê da gotiye, ew di dawiya salên 1980´î da çend salan wek hakim li qeza Wanê, Mûradiyê hakim bûye, gotiye:
”Di sala 1986´ê da wek îzmîrîyekî tirk min bar kir qeza Wanê
Mûradîyeyê. Xelk gişk kurd bû. Li her derê bêyî kurdî zimanekî din nedihat
qisekirin. Ez şok bûbûm, min gotibû belkî tayina min derketiye derveyî welêt.”
Hakimekî tirk 40 sal berê gava dihere Mûradiyê dibêje belkî çûye welatekî din; çimkî li çarşî û bazarê, li her derê, her kes bi kurmancî dipeyive.
Gelo nuha Mûradiya di çi halî da ye, kîjan ziman yê bazarê ye?
Ez bawer nakim.
Omur Kabak nuha here Mûradiyê ewê dîsa şok bibe; vê carê ewê bibîne zimanê çarşî û bazarê bûye tirkî.
Kurd bi saya serên serok û siyasetmedarên xwe pir zû asîmîle bûn, zimanê xwe bi tirkî guhertin.
Li Kurdistana Bakur zimanê kurdan êdî tirkî ye, li gundan, li hin bajaran kesên bi kurmancî, zazakî dipeyivin hene, lê zimanê çarşî û bazarê, zimanê alvêrê, zimanê zarokan, zimanê siyasetê tirkî ye.
40-50 sal berê gelek bajarên Kurdistanê wek Mûradiyê bûn, lê di nav 40 salî da kurdan dev ji zimanê xwe berdan, li her bajarî tirkî bû zimanê çarşiyê û bazarê.
Ev asîmîlasyona pir bi lez ji dewletê bêtir, bi destê siyasetmedar, ronakbîr,
mezinên kurdan, mele û dîndarên wan hat kirin.
Çimkî bi qasî xwe dan siyasetê, bi qasî ku ji siyasetê hez kirin, ketina
meclîsa Tirkiyê muhîm dîtin, ji zimanê xwe hez nekirin, axaftina kurdî li çarşî
û bazarê, bi zarokên xwe ra muhîm nedîtin.
Lema kurd zû asîmîle bûn. Çimkî
asîmîlekar ji malê bû.
Diz ji malê be ga di rojinê ra(di kulekê ra)derdixe.
Dizên me, asîmîlekerên me ji malê ne…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar