27 mars 2026

Ereb ereb e, çi sûnî çi şîî

Dema Seddam Husên, Sûnî li Îraqê li ser hukim bûn neheqî li şîîyan dikirin.

Gotin heger şîî werin ser hukim ewê baştir bibe.
Sûnî ketin, şîî 23 sal in li ser hukim in. Rewşa Îraqê sed carî xerabtir bû, baştir nebû.
Gotin Beşar Esed elewî ye, zulmê li sûniyan dike, heger Esed bikeve Sûriye ewê baştir bibe.
Beşar Esed ket, sûniyên îslamîst li Sûriyê hatin ser hukim, rewşa Sûriyê  gelî xerabtir bû, baştir nebû.

Sûriye bûye cehnima kurdan. Li Helebê, li Şamê, heta li Efrînê rehetiyê nadin kurdan. Her roj wan tajîz dikin, dibêjin gerek hûn ji vir herin. Yanî erebên hatine ser hukim ji Beşar gelkî hovtir in.
 
Gotin Muammar Qeddafî zalim, li xelkê zulmê dike, heger bikeve ewê rewşa Lîbyayê baştir bibe.

Qeddafî xistin, bi hovîtî, namerdî kuştin. Mixalefeta wî hat ser hukim. Lîbya ji dewletbûnê derketiye, bûye welatekî çeta û terorîstan. Ewlekariya tu kesî lê tuneye.

Li Yêmenê şerê Husîyên şîî û erebên 12 sal in dom dike. Qirra hev anîn. Îran piştgiriyê dide Hûsiyan, Siûdî jî piştgiriyê dide yên din. 

Û şer berdewam e. Yek yekî qebûl nake, yek dethilatê bi yê din rap arve nake, dibêje gerek di destê min tenê da be.

Yanî ferq nake, ereb kîjan were ser hukim ji yê din xerabtir e, ne baştir e.
Pîvaz pîvaz e, çi sor çi sipî ferq nake. Ereb ereb e, çi sûnî, çi şîî ferq nake, ereb ereb e.

Çimkî gişk paşdamayî ne, ji kultura demokrasiyê bêpar in, wekheviyê, plûralîzmê, azadiya fikrî, pirrengiya netewî qebûl nakin.
Şîî nikanin li Îraqê gelşan çareser bikin, wek Seddam ew jî mafên kurdan nadin.

Çare dibê Îraq perçe bibe, kurd, şîî û sunî ji hev biqetin.
Li Sûriyê hêzên îslamî nikanin îstîkrarê bînin Sûriyê. Şer û teşxele ewê dom bike. Çare dibê Sûriye perçe bibe, kurd veqetin.

Ji bo aramî were herêmê, şer nemîne yek, dibê Komara Îslamî ya Îran miheqeq hilweşe.

Dudu, dibê li wan welatan hêzên îzlamî ji ser hukim da bikevin û baş werin baskokirin. Îktîdara îslamîstan bela ye, şer e, teşxel e. Dibê li tu welatî li ser hukim nemînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar