27 mars 2026

Îslama radîkal ji bo dinyayê talûkeyeke mezin e


Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Marco Robîo, îslama radîkal baş nas kiriye, lema jî hedefên wê xweş tarîf kiriye:

"Hemû tevgerên îslamî yên radîkal ên dinyayê Rojava, lê bi taybetî jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wekî xerabiya herî herî mezin a li ser rûyê erdê dibînin. Îslama radîkal dixwaze berfireh bibe, ev di tebîeta wê da heye.”

Tiştê tevgerên îslamî li dinyayê dikin îspata rastiya vê dîtina Marco Robîo ye. Hêzên îslamî dixwazin dinyayê feth bikin, her kesî, her miletî, her dewletê bikin misilman.
 
Îran, Afganîstan, Siûdî, El Qaîde, Daîş û bi bi dehan tevgerên din ên îslamî numûneyên berbiçav in.

Ji bo ku bigihîjin vê hedefa xwe jî her tiyê, her metodê bi kar tînin, mubah dibînin.
Ji van metodan yek jî koça Ewrûpayê, Amerîkayê, koça welatên ne misilman e. Li Ewrûpayê li dora 50 milyon misilman hene. Ev jimar sal bi sal zêde dibe.
Gava nufûs zêde dibe mafên kulturî, dînî, civakî, etnîkî jî pê rat ê. Welat hêdî hêdî dibin welatên misilman.
Li Swêd li Malmo nufûsa xerîban ji ya swêdiyan bihurî, li Goteborgê û li Stokholmê jî wek hev e. Lê ne li van bajaran tenê, li her bajarê swêd rewş wiha ye; xerîb, bi taybetî jî misilman, afrîqî, hindî pir zêde dibin. Û ev zêdebûn guhertinên sosyolojîk, coxrafîk û kulturî jî bi xwe ra tînin.

XXX

Meleyên Îranê nuha jî zarokên 12-13 salî çekdar dikin û dajon cepheya şer.

Berpirsekî Pasdaran ji televizyona fermî ya Îranê ra gotiye, wan dest bi çekdarkirina zarokên 12 salî kiriye.

Li Tehranê hin kesan gotine, wan hin zarokên bi keleşînkof li xalên kontrolê dîtine.

Yanî meleyan ji nuha da zarok kirine leşker û pûlis.

Çekdarkirina zarokên 12 salî sûc e.

Ya din jî, meleyên celad ketine tengasiyê. Lema sîlehê didin destê zarokan, zarokên 12 salî jî di şer da didin kuştin. Bi van meleyên zebanî ra ne exlaq heye, ne jî ûjdan.

XXX

Artêşa hukûmeta Colanî îro 10 dîlên HSD´ê berdane.

Çend meh in HSD´ê û hukûmeta Colanî li hev kirine, peyman îmze kirine. Çawa dibe kurd hîn jî di destên wan da êsîr in?

Ev çi peyman e, çi li hev kirine, min fahm nekir!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar