26 mars 2026

Bi perçekirina Kurdistanê mala me jî, mala xwe jî wêran kirin !

Fransayê û Îngilîstanê di Şerê Cîhanê yê Yekê da bi perçekirina Kurdistanê ne tenê xerabiyeke pir mezin bi me kurdan kirin, bi zalimî em xistin bin destên çar dewletan, zirareka mezin dan xwe jî; li herêmê çar dewletên neyarên xwe xurt kirin.

Bi Peymana Sykes–Picot, dûra jî bi Peymana Lozanê welatê me perçe kirin û em xistin bin destê çar dewletan.

Bi perçekirina Kurdistanê ra Îraq, Sûriyê û Tirkiye him ji bo Amerîkayê û Ewrûpayê bûn dewletên sitratejîk, him jî çevkaniyên enerjiyê yên mezin ketin destên van dewletên neyarên Xerbê.

Heger Kurdistan perçe nekirana, desteg bidana Kurdistana serbixwe, kurd bibûna xwedî dewlet, nuha Kerkûk, Mûsil, petrola Kurdistana Bakur û ya Rojava hemû di destê kurdan bû.

Nuha li herêmê dewleteke kurdî ya dost û mitefikê Amerîkayê û Xerbê hebû.

Nuha şerê li ser petrolê û gazê ewê çênebûya. Çimkî piranî ewê di destê kurdan da bûya û kurd jî ewê mitefikên Amerîkayê û dewletên Xerbê bûya.

Kurdan ewê tu carî neyartiya Amerîkayê û welatên Ewrûpayê nekirana. Çimkî mecbûrî dostanî û piştgiriya wan bûn.

Nuha Îraq, Sûriye, Tirkiye ji Amerîkayê ra û ji Ewrûpayê ra hewqasî ne dewletên muhîm bûn.

Fransî û Îngilîz zanin çi xerabî bi kurdan û bi xwe kirine, lê dikin nakin, nikan çewtiya xwe rast bikin. Çimkî di 100 salî da van dewletan pir xurt bûne, êdî kanin şerê Amerîkayê û dewletên Ewrûpayê bikin.

Amerîkayê û welatên Xerbê di referandûma 2017´a da jî ji ber ku piştgirî nedan serxwebûna kurdan şaşiyeke mezin kirin.

Heger piştgirî bidana serxwebûna kurdan, Kerkûk nuha di destê kurdan da bû.

Lê wer nekirin, bi derewên ereban xapiyan, dûr û dirêj nefikrîn, berjewendiyên xwe yên kin di ser yên pêşerojê ra girtin. Nuha jî cezayê wê dikşînin.

Heta kurd xelas nebin, heta Kurdistaneka serbixwe çênebe li herêmê rehetî, aramî, îstîkrar çênabe, dawî tu carî li şer û teşxeleyan nayê.

Gerek Kurdistaneke serbixwe çêbe, gerek Sûriye, Îraq, Tirkiye, Îran biçûk bibin. Heta nebe, şer ewê tim qedera herêmê be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar