Hin kurdên îslamî tam bûne neyarên miletê xwe û zilamên Komara Îslamî ya meleyên celadên bi hezaran kurdî.
Elî Qeredaxî alimekî kurd e, serokê Yekîtiya Misilman Cihanê ye, heta nuha
êrîşên Îranê yên ser Kurdistana Başûr şermezar nekiriye.
Elî Bapîr jî kurdekî îslamî ye, li Kurdistana Başûr serokê partiyeke îslamî ye.
Wî jî Êrîşên Îranê yên ser kurdan şermezar nekiye.
Serokê HUDAPARê Zekerîya Yapicioglu jî wek Elî Qeredaxî û Elî Bapîr êrîşên
Îranê yên ser kurdan û şehîdkirina 6 pêşmergeyan şermezar nekiriye.
Bi baweriya min kurdê îro êrîşên Îranê yên ser Kurdistana Başûr şermezar neke di
cepheya dijminên kurdan da ye, hevalê dewletên dagirker e.
Kurdan şer dernexistiye, fîşekek jî navêtine ji Îranê da. Kurd nikanin Amerîkayê, Îsraîl bidin sekinandin. Îran viya baş zane, lê dîsa jî heta nuha bi sedan dron û rakêt avêtine ji Kurdan da û heta nuha 13 kurd şehîd bûne.
Kurdê piçek ûjdan, xîret, kurdayetî pê ra hebe, ne hevalê dijmin be gerek li dijî van êrîşên Îranê rabe, şermezar bike.
Hin îslamîstên me tam bûne leşkerên dijminên kurdan. Dibê meriv naletê li wan bibarîne.
Dibê kurd îxaneta van kesan tu carî ji bîr nekin û wan tu carî efû nekin.
Kesên ronakbîr û partiyên siyasî gerek hevalbendiya van kesên, van partiyên bûne
zilamên Îranê rexne bikin, wan rûreş bikin.
XXX
Hin siyasetmedar qala nêzîkiya rawestandina şerê Îranê, Amerîkayê û Îsraîl
dikin, dibêjin hindik maye Amerîka û Îran li hev bike.
Ez bawer nakim. Çimkî şertên rawestandina şer yên Amerîka û Îsraîl
û Îranê hema hema sedî sed dijî hev in.
Amerîka û Îsraîl dixwazin Îran ji kok da xebatên xwe yên
atomî û fuzeyên balîstîk lewx bike, Îran jî viya qebûl nake, ji wan tazmînata
zirara dana Îranê dixwaze.
Ez dibêjim şer ewê dirêj bajo, heta ku rejîm dikeve....

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar