Çend partî û rêxistinên kurdên Kurdistana Bakur li Diyarbekrê bi hev ra êrişên Îranê yên ser Kurdistana Başûr û şehîdbûna 6 pêşmergeyan şermezar kirine.
Baş kirine, dibê meriv li hemberî êrîşên Îranê yên ser Kurdistana Başûr bêdeng nemîne, protesto bike.
Lê bi vê ra dibê em ji serokên PDK´ê û YNK´ê vekirina meclîsê, avakirina hukûmetê, yekîtiya pêşmergeyan jî
bixwazin. Ji ber ku 18 meh in meclîsa Kurdistanê hîn girtî ye, hukûmet ava nebûye, serokên PDK´ê û YNK´ê jî rexne û şeremezar bikin.
Hilbijartina parlamentoyê di 20´ê cotmeha 2024´a da çêbû. 18 meh di ser hilbijartinê ra derbas bûye, meclîs hîn girtiye, hukûmet ava nabûye. Û êdî kes qala vê meselê jî nake.
Kurdistan di nava êgir da ye, Îran û çeteyên Îraqê Kuristanê her roj bombeyan
dikin, lê serokên YNK´ê û PDK´ê hîn jî nayên ba hev, hîn jî hêzên pêşmerge
nakin hêzeke dewletê, hukûmetê ava nakin. Tew kes êdî qala vekirina meclîsê û avakirina
hukûmetê nake.
Di rojeke wiha da nehatina ba hev, çênebûna cepheyeke netewî bêmesûlîyetîyeke
mezin e, skandal e.
Di rojeke wiha da hûn neyên ba hev, hûn hemû hêzên xwe yên çekdar nekin yek,
hûnê kînga bikin?
Hûn kursiyên xwe û perê hûn dikin bêrîka xwe di ser her tiştî ra digrin, ji bo
we ya muhîm ne qedera miletê kurd e, ne berjewendiyên netewî ye, kurdîyên we
ne, dolarên hûn berra bêrîkên xwe didin.
Partiyên Kurdistana Bakur bi şermezarkirna êrîşên Îranê ra dibê serokên PDK´ê û
YNK´ê jî rexne bikin, bibêjin 18 meh di ser hilbijartinan ra derbas bûye, çima
hûn hukûmetê ava nakin?
Gava ez bala xwe didim serokên Kurdistana Başûr û Rojava ez baştir fêm dikim
kurd çima heta nuha nebûne xwedî dewlet?
Miletekî wiha nikane bibbe xwedî dewlet.
Çimkî ji bo avakirina dewletê yekîtiyeke netewî û hedefeke mişterek lazim e, ev jî di nabêna kurdan da tu carî çênebûye.
Çend eşîran li hemberî dagirkeran ji bona serxwebûnê serî hildana, lê gelek eşîrên din ya
bi dijmin ra bûne yek û li kurdan xistine, ya jî bêdeng mane. Ji bo wê jî her serîhildan
piştî çend mehan, çend saln têk çûye.
Îro partî ketine dewsa eşîran, bûne eşîrên modern, vê carê ew li hev nakin, ew yekîtiyeke netewî
ava nakin, ew bi hev ra azadiya miletê xwe naxwazin. Her yek bûye hevalê dewleteke dagirker.
Li Kurdistana Başûr, Rojhilat û Nakur wiha ye, yên herî xurt him li hev nakin, him jî her yek bûye merivê dewleteke dagirker. Heta ku kesên wiha rêberên kurdan bin ne mimkûn e kurd bibin xwedî dewlet.
35 sal di ser Raperîna 1991´ê ra derbas bûye, 34 sal in kurdên Kurdistana Başûr
xwedî meclîs in, lê hîn jî meclîseke netewî, artêşeke netewî, butçeyeke,
îstîxbarareke netewî tuneye. 18 meh in kurd meclîs girtiye, kurd bêhukûmet in.
Ez bawer nakim tu carî li hev bikin û meclîsê vekin, hukûmetê ava bikin. Çimkî
li ser kursiyan û li ser talana dikin li hev nakin. Ji bo wan ya herî muhîm
kursiyên wan û dolarên dikevin bêrîka wan.
Azadiya kurdan, serxwebûn di bîr û bala wan da tuneye, heger heba nuha bûbûn xwedî dewlet. Min bi xwe ji kok da hêvîya xwe ji serokên PDK´ê û YNK´ê û hêzên îslamî birriye, heta ew ji ser hukim da nekevin azadiya kurdan ne mimkûn e.
PDK´ê û YNK´ê hîn jî wek du hukûmet in, pêşmergeyên wan, butçeyên wan, îstîxbarata
wan, mamûrên wan, her tiştê wan cihê ye.
Ma sosireteke ji viya mezintir heye?
Miletekî wiha tu carî nikane bibe xwedî dewlet?
Ji bo ku miletek ji bindestiyê rizgar bibe, bibe xwedî dewlet şiûreke netewî
lazim e, yekîtiyeke netewî lazim e. Bipiraniya kurdan ra ev yek tu carî
çênebûye, lema jî nebûne xwedî dewlet.
Bi van serokên kurdên Kurdistana Başûr û
rojhilat ne mimkûn e kurd bibin xwedî dewlet. Heger Amerîka dest ji ber wan
bikşîne tiştê nuha heye jî ewê gişk têk biçe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar