24 mars 2026

Li ser kurdên di destpêka 1900î da koçî Amerîkayê kirine em çi zanin?

Kurdên di destpêka 1900´î da koçî Amerîkayê kirine

Prof. Dr. Bekir Biçer, di konferanseke xwe ya li Konyayê da gotiye:

”Komeleya hezkirên(muhîbên) Kurdistanê bi alîkariya madî û manewî ya civata kurdên AMERîKAyê ava bû.”

Ev tê wê maneyê di destpêka 1900´î da li Amerîkayê gelek kurd hebûne û alîkarî şandine ji Komeleya Hezkirên Kurdistanê ra.

Komeleya Hezkirên Kurdistanê di sala 1912´a da li Stenbolê ava bû. Serokê wê Mele Xidir Efendî bûye. Piştî demekê fesh bûye û tevî Komeleya Xwendekarên Kurd ”Hêvî”yê bûye.

 Li gorî agahiya Prof. Dr. Bekir Biçer daye, di destpêka 1900 civateke kurd li Amrîkayê hebûye. Belkî berî wê jî kurdan koçî Amerîkayê kirine.

Yanî wê demê li Amerîkayê pir, hindik dîasporeyeke kurd hebûye.

Dixwazim li ser kurdên Amerîkayê ji tarîxzanan, ji lêkolîneran pirsekê bikim:
-Gelo çi hat serê wan kurdan, çiqasê wan li wir man, çiqasê wan vegeriyan Kurdistanê?
Gelo li ser van kurdan lêkolîn, tu tezên akademîk hene?

Di nabêna 1800´î û 1920´î da ji Swêd jî li dora 1,3 milyon kesî koçî Amerîkayê kirine.
Li ser swêdiyên koçî Amerîkayê kirine bi swêdî gelek lêkolîn, roman, belgefîlm hene.

Swêdiyên çûne Amerîkayê giş hatine qeyd kirin, tê zanîn çûne ku, li ku bi cî bûne û dûra çi hatiye serê wan, hemû tê zanîn.

 Jimareka pir hindik vegeriyane Swêd, lê piranî li wir mane.
Di televîzyona Swêd, di kanala 1´ê da ji sala 2011´a û vir da ye programeka bi navê ”Allt För Sverige/Her tişt ji bo Swêd” heye.

Her sal 10 swêdiyên amerîkî tên Swêd, li ser tarîxa pêşiyên xwe agahiyê digrin, li cî û warên wan digerin. Piştî hin pêşbirkan yê qezenc dike, diçe merivên xwe dibîne.

Yanî li ser swêdiyên amerîkî gelek agahî, name, fotograf, belgefîlm, roman hene.
Her malbata swêdî zane ji wan kî û kînga çûye Amerîkayê?

Di arşîv û kitêbxaneyên Swêd da jî li ser swêdiyên koçî Amerîkayê kirine belge pir in.
Gelo em kurd li ser kurdên çûne Amerîkayê çi zanin, di destê me da çi belge hene?
Gelo tu kurdên amerîkîyên tên naskirin hene?

Li ser koçberên kurdên koçî Amerîkayê kirine min ji AI ev pirs kir:
-Gelo fotografên Kurdên di destpêka 1900´î da çûna Amerîkayê hene?

AI yê jî ev bersîva jêr da min:

Erê, fotografên Kurdên ku di destpêka sedsala 20'an (1900-1920) de çûne Amerîkayê hene, her çend ev fotograf kêm bin û pir caran di bin nasnameyên cuda de hatibin tomarkirin. 

New York Kurdish Cultural Center +1

Hinek agahiyên girîng li ser vê mijarê:

Ellis Island: Piraniya koçberên Kurd di navbera salên 1900-1920'î de ji herêma Xarpûtê (Elezîz) bi rêya Trabzon, Stenbol û Marsîlyayê gihîştine New Yorkê. Augustus Sherman, ku wê demê li Girava Ellis (Ellis Island) kar dikir, fotografên gelek koçberan bi kincên wan ên neteweyî kişandine. 

New York Kurdish Cultural Center +2

Nasnameya "Osmanî": Kurdên wê demê bi pasaportên Împeratoriya Osmanî diçûn Amerîkayê, lewma di arşîvan de pir caran wekî "Ottoman" an jî li gorî bajarê xwe (mînak: Harpoot) hatine tomarkirin. 

New York Kurdish Cultural Center +1

Amerîkancî: Tê texmînkirin ku nêzîkî 65,000 kes ji herêmên Osmanî (ku di nav wan de Kurd jî hebûn) di wê demê de çûne Amerîkayê. Van kesan li herêmên wekî Providence, Rhode Island bi cih bûne û jê re digotin "Amerîkancî". 

New York Kurdish Cultural Center

Arşîvên Dîjîtal: Fotografên wan deman niha di Pirtûkxaneya Giştî ya New Yorkê (NYPL) û malpera akaKurdistan de peyda dibin, ku Susan Meiselas bi salan e li ser wan xebat kiriye. 

Hûn dixwazin ez navên malbatên Kurd ên ku wê demê li wir bi cih bûne an jî herêmên taybet ên lê dijiyan lêkolîn bikim?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar