Hukûmeta îslamî ya terorîstên Sûriyê gotiye ew qebûl nakin YPJ wek hêzeke leşkerî bimîne. Di nava artêşa Sûriyê da nabe jin hebin.
Lê jinên YPJ´ê kenin bibin pûlis. Wer xuya dike YPJ, PYD û HSD jî ewê vê
daxwaza Ehmed el Şer Colanî qebûl bikin. Heger bikanibin vê daxwaza Sûriyê red bikin baş e.
Lê tiştê xuya dike PYD, YPJ, HSD ne bi serê xwe ne, gotina dawî hîn jî ya Evdila Ocalan e.
Dema meriv ne dewlet be, girêdayî dewleta xelkê be meriv ne xwedî îrade ye, ne
xwedî biryar e.
Lê Evdila Ocalan û PKK´ê bindestiya ereban bi PYD´ê, YPJ´ê dan qebûlkirin, nehîştin kurd di daxwaza federasyonê da israr bikin.
Destûra Sûriyê ya esadî hîn nehatiye hazirkirin. Dibê kurd wê demê di federalîzmê da israr bikin. Heger Sûriye federal be, kurd ewê bibin xwedî hezeke leşkerî jî û di îdareya xwe xwe bêtir xwedî biryar bin.
XXX
Pir xemgîn im. Di êrîşeke hewayî da 6 pêşmergeyên Firqeya
7´a şehîd bûne, 22 pêşmerge jî birîndar in. Du pêşmerge jî wenda ne. Êrîş ji alî Îranê va hatiye kirin.
Meleyên
xwînxwar û çeteyên xwe bela xwe ji kurdan venakin. Û heta kanibin jî ewê tim
êrîşî kurdan bikin. Ji wan ra fersend çêbûye.
Kurd şer naxwazin lê Îran û çeteyên Îraqî kurdan neyarên xwe
dibînin.
Dibê hêzên pêşmerge di parastina xwe da îhmalê, sistiyê
nekin.
Dijminên me pir xedar in. Sîstema parastinê gerek were
xurtkirin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar