23 mars 2026

Meleyên Îranê ji texmînan pir xurttir derketin

Gefa serokê Amerîkayê Donald Trump li Îranê xwaribû forteke vala derket, belkî jî henek kiribû.

Donald Trump du roj berê ji bo vekirina Kendava Hurmuzê 48 set molet da Îranê. Got, ”heger Îran di nav 48 saetan da, Tengava Hurmuzê veneke, ewê dest bi bombebarankirina îstasyonên enerjîyê û ceyranê yên Îranê bikin.”

Lê rojek di ser 48 seetên Donald Trump ra derbas bû, Amerîkayê hîn îstasyonên enerjîyê yên Îranê bombebaran nekiriye.

Donald Trump îro jî gotiye; ”ji bo ku dan û stendinan dest pê kiriye, wî êrişên ser binesaziyên enerjiyê ji bo 5 rojan taloq kiriye."

Li gorî îdîa Donlad Trump, Îran dixwaze şer raweste, peymanekê îmze bike.

Lê belê Îran jî vê îdîa Donald Trump red dike, dibêje:

"Trump ji tirsa bersiva Îranê ji ultîmatoma xwe ya 48 saetan gav bi paş da avêt. Ferman da wezareta parastinê, got  êrişên ser binesaziyên enerjiya Îranê bira neyê kirin".

Serokê parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf û berdevkê wezareta karên derve Beqayî gotine, "Bi Amerîkayê ra dan û standin nehatiye kirin."

Kî rast dibêje, kî derewa dike ez nizanim. Lê dibe ku hin dewlet ketibin nabênê, nehîştibin Amerîka êrîş bike. Misir, Pakîstan, belkî hin welatên din jî nabênkariyê dikin. 

Dibe ku nabênkariya wan êrîş dabe sekinandin, ya jî Donald Trump fortek da xwe lê Îranê negot pas, resta wî qebûl kir. Ev jî bû sebeb Donald Trump çerx bike, taktîkek din bi kar bîne.

Îran bi rehetî Tengava Hurmuzê vekirî nahêle. Çare dibê Amerîka wira dagir bike, leşkerên xwe li wir bi cî bike. Dibê welatên jî midaxele bikn.

Derket ortê Îran loqekî mezin e, daqultandina wê pir zor e. Meleyan ji bo şer haziriyên pir mezin kirine, di destê wan da gelek fuzeyên balîstîk yên haya Amerîkayê û Îsraîl ji wan tunebû hene.

Li hundur serîhildan çênebe xistina van zaliman zor xuya dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar