23 mars 2026

Filistînî êrîşên Îranê protesto dikin

Serokê Filistînê Mahmûd Ebbas û Îdara Filistînê (PA) bi fermî êrîşên Îranê yên ser Erebîstana Siûdî, Urdunê û welatên ereb ên Kendavê şermezar kirine. 

Meleyên faşîst 47 sal in ji bo filistînîyan neyartiya Îsraîl dikin, bi milyaran dolar dane filistîniyan.
Filistînî jî îro êrîşên Îranê yên ser welatên ereb bi tundî rexne dikin, piştgiriyê didin erebên xwe.

Wezareta karên derve ya Filistînê di 21´ê adarê da bi wezîrê karên derve yê Siûdî ra peyivîye. Di hevdîtinê da êrîşên Îranê yên ser Siûdî û welatên Kendavê bi tundî şermezar kiriye.

Di beyana wezareta karên derve ya Filîstînê da tê gotin, ”Îran bi van êrîşên xwe serweriya welatên ereb îhlal dike û êrîşên ser welatên ereb li dijî huqûqa navnetewî ye.”
Serok Filistînê Mahmûd Ebbas jî di 28´ê sibatê da daxuyaniyek belav kir û êrîşên Îranê yên ser welatên ereb, wekî Erebistana Siûdî, Urdun, Qeter, Kuweyt, Behreyn, Îmarat û Iraqê bi tundî şermezar kir. 

Mahmûd Ebbas got, ew her cure binpêkirina serweriya welatên ereb red dikin û van êrîşan wekî binpêkirina hiqûqa navdewletî û Peymana Neteweyên Yekbûyî dibînin. 

Maehmûd Ebbas di beyna xwe da xwestibû, wezîrên derve yên ereb û Encumena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî civîneke lezgîn çêbikin.. 

Ebbas, di peywendiyeke telefonî ya bi Şahê Urdunê Ebdullahê ra jî êrîşên Îranê şermezar kir û xwest welatên ereb bi hev ra li dijî êrîşên Îranê rawestin.
Sibe heger di nabêna ereban û Îranê da şer derkeve, filistîniyên bi birayên xwe yên ereb ra şerê Îranê bikin. bi ya min tiştekî ne şaş e, ez bim jî ezê bi miletê xwe ra şerê welatekî biyanî bikim.

Hamasê wek Mahmûd Ebbas Îran rexne û şermezar nekiriye, lê xwestiye Îran êrîşî welatên ereb neke, êrîşên xwe rawestîne.
Meleyên xwînxwar 47 sal in ji gewriya miletên xwe kirin, xelk birçî û motajî pariyek nan hîştin, bi mîlyaran dolar dan filistîniyan. Hammas, Hizullah fînanse kirin û berra bedena Îsraîl dan. Nuha jî filistînî bi welatên ereb ra Îranê şermezar dikin.

-Palestine condomens Iranian attacks on Saudî Arabia

-State of Palestine strongly condemns Iranian attacks on Arabstates

-PA condemns Iranian attacks on Arab countries

-Abbas says Palestinians stand in solidarity with Jordan amidUS-Iran tensions

XXX

Şerê Îranê û Îsraîl û Amerîkayê ket roja 24´a û her ku diçe agirê şer gurtir dibe. Îranê ji bo rojeke wiha baş hazirî kiriye.

Îranê do bi şev bi rakêtekê li konsolosxana Amerîka ya Erebîstana Siûdî xist, konsolosxane tarûmar kir.

Alîkarê serokê Îranê Mesûd Pizişkîyan, Îsmaîl Seqab Îsfexanî peyamek belav kiriye, gotiye:

”Hemwelatiyên Kendavê dibê di nav 48 seetan da avê kom bikin û sarjên telefonên xwe dagirin.”

Midaxeleyeke ji hundur çênebe meleyên pir li ber xwe bidin û welatên ereb jî ewê têkevin şer. Belkî jî Şerê Cîhanê yê Sisiya dest pê kiriye.

Hêvî dikim em kurd di bin nigan da nepelixin.

XXX

Dibê welatên cîranên Îranê û heta Ewrûpa jî rabin û rûnin dua bikin ku Îran bi qasî Amerîkayê ne xurt e.

Heger Îran bi qasî Amerîkayê xurt bûya, ewê him Îsraîl îmha bikira, him jî xûgî ji hemû welatên ereb yên kendevê û ji Ewrûpayê bistenda.

Ji bo rehetiya dinyayê dibê rejîma meleyên faşîst bikeve...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar