Ewrûpiyan bi destên xwe malik li xwe wêran kirine. Îmana wan di pera da ye. Ji ber timayî û pûlperestiyên xwe meleyên Îranê kirin Frankenstein, kirine hûtekî mezin û har, nuha jî nikanin pê.
Şah yekî xerab bû, lê meriv li dijî Şah piştgiriya Xumeynî nake û meleyên zebanî, bûne Frankenstein nayne ser hukim.
Xumeynî li Parîsê xwedî kirin, Şah xistin û danîn ser kursiya Şah Reza. Meriv Xumeynî sax nehêle û naşîne Îranê.
Xumeynî çer çû Îranê dest bi qetlîaman kir. Çiqas mixalif hebûn gişk gulebaran kirin. Bi sedan kurd gulebaran kirin. Îran kirin dojeh. Nuha jî ne Îsraîl tenê, cîranên xwe û dinyayê tehdît dikin. Belkî çeka atomî jî çêkiribin. Çimkî tu carî rastiyê nabêjin.Donald Trump do got, heger Îran heta 48 saetan, Tengava Hurmizê veneke, ewê dest bi bombebarankirina îstasyonên enerjîyê û ceyranê yên Îranê bikin.
Berdevkê Îranê Îbrahîm Zulfiqarî jî got, "eger dijmin êrişî jêrxaneya sotemenî û enerjiya me bike, emê jêrxaneya welatên Rojhilata Navîn wêran bikin, emê IT´ê û santiralên parzûnkirina avê yên Amerîka û Îsraîlê yên li herêmê bombebaran bikin.”
Ji bo çend quriş pere ewrûpiyan, amerîkiyan teknîka fuzeyên balîstîk û çêkirina sîleha atomî firotin meleyan.
mele jî nuha ne Îsraîl tenê, hemû welatên Kendavê û Ewrûpayê tehdît dike. Di Kendava Hurmizê da bûye rêbir, xûgê ji xelkê digire, nahêle keştî di wir ra herin û werin. Tu dibêjî belkî Kendava Hurmuzê derya bavê wan e.
Tiştê Îran li Kendava Hurmuzê dike korsanî ye, rêbirrî ye. Tu xûgiyê bidî rêbirran, korsanan ewê bitahmijin û korsaniyê ji xwe ra bikin kar.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar